Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin

  • rojane
  • 17:40 18 Mijdar 2025
  • |
img
BOLÛ - Aydin Yucel piştî 31 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket. 
 
Aydin Yucel, piştî 31 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket. Xizmên Yucel û nûnerên MATÛHAYDER'ê li ber girtîgehê ew bi kulîlkan pêşwazî kirin. 
 
Yucel ku li ber girtîgehê axivî, got: "Li vê girtîgehê infaza hevalên me dişewitînin. Ji ber vê ez ne kêfxweş im. Ji lew re piraniya hevalên me girtî ne. Hêviya me, ew e ku hemû hevalên me bên berdan. Em li hundir jî pêvajoyê baş dibinin û em ê bi ser bikevin." 
 
Aydin Yucel di Adara 1995'an de li Dîlokê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Dadgehê cezayê muebedê li Aydin birîbû.