Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin

  • rojane
  • 22:33 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Girtiyê siyasî Lokman Bozan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ew û hin hevalên wî ji ber xwarinên girtîgehê bi jehrê ketine.
 
Girtiyê siyasî Lokman Bozan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin û hevalên wî ji ber xwarina ku îdareya girtîgehê daye wan jehrî bûn. Xwişka Bozan, Fatma Bozan diyar kir ku birayê wê di axaftina telefonê de diyar kiriye ku ew û hin hevalên wî ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Bozan, da zanîn ku ji ber axaftina bi telefonê ya bi sînorkirî bêyî ku agahiyê bigire ka rêveberiya girtîgehê girtî birine nexweşxaneyê an na telefon hatiye girtin. 
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û MED TUHAD-FED’ê diyar kirin ku ji bo têkildarî rewşa girtiyan agahiyan bigirin dê bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin.