Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye

  • rojane
  • 21:50 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû ya di civîna gel a li Ataşehîrê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye. Ji ber ku heke birêz Ocalan, daxwazên dewletê pêk anîbûna, evqas tecrîd nedihate sepandin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û agahînegirtina mûtleq li Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Bismilê ya li Ataşehîrê civîna gel li dar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civîna ku gelek welatî beşdar bûn de endama rêveberiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Eylem Arzû Kayaoglû weke axivêr beşdar bû. Kayaoglû, têkildarî pêvajoya kurkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, asta wê ya hiqûqî û têkiliya wê ya bi pirsgirêkên heyî re agahî dan. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANEKE MEZIN HEYE’ 
 
Kayaoglû diyar kir ku desthilat bi gotina “em girtîgehan çêdikin” ji gel re propagandayê dike û anî ziman ku li Tirkiyeyê hejmareke nêzî milyonekê mirov di girtîgehan de ne. Kayaoglû, qala qeyûmên ku ji sala 2016’an ve tayînî şaredariyan tên kirin kir û got: “Yekane sedemê ku care 3’yemîne qeyûm tên tayînkirin, encama tecrîda li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye. Ji ber ku heke birêz Ocalan, daxwazên dewletê pêk anîbûna, evqas tecrîd nedihate sepandin.”
 
Pişt re civîn bi fikrên beşdaran ên der barê pirsgirêkan û pêşniyarên wan ên çareseriyê dewam kir.