TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû

  • rojane
  • 19:39 26 Tîrmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - TIR’a ku darên li Çiyayê Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin, wergeriya û gêr bû. Ajokarê wê Azîz Kilinç rakirina beşa lênerîna awarte. 

 
TIR’a ku darên li herêma Çiyayê Gabarê yê Şirnexê tên birîn lê hatibûn barkirin qeza kir. Dema TIR ji çiya ber bi jê re dihat wergeriya û gêr bû. Ajokarê TIR’a ku 60 mîtroyan gêr bû, Azîz Kilinç bi awayekî giran birîndar bû. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Kilinç birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, li ser rewşa wî giran bû ew sewqî navenda Şirnexê hate kirin.  
 
Hate zanîn ku rewşa Kilinç ê rakirin beşa lênêrîna awarte giran e.