Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin

  • rojane
  • 17:03 26 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de banga “berpirsyartiyê” li saziyên navneteweyî kirin û xwestin li dijî tecrîdê berpirsyartiyên xwe pêk bînin. 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li gelek bajaran çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” hatin lidarxistin. Xizmên girtiyan li Wan, Edene û Mêrsînê çalakiya xwe li dar xistin. 
 
EDENE 
 
Xizmên girtiyan ên li Edeneyê li pêşiya avahiya AKP’ê hatin gel hev û xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Akdeniz Koeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re (AYKAY-DER) tev li çalakiyê bûn. 
 
'BI HIQÛQA XWE BIKIN’ 
 
Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Na ji tecrîdê re, aştî a niha” hatin berzkirin. Hevseroka AATUHAY-DER’ê Nûran Ozdeş tecrîda li Îmraliyê weke “derhiqûqtî û keyfî” nirxand. Ozdeş, da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û sedema sereke ya pirsgirêkên heyî ye. Ozdeş, ji îktîdarê xwest ku temînatên hiqûqî yên saziyên navneteweyî pêk bîne û wiha bang kir: “Bi hiqûqa xwe bikin û tecrîdê bi dawî bikin.” 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû. 
 
WAN
 
Çalakî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Deng bidin girtîgehan" hate hilgirtin. Di çalakiyê de gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Rêya Armûşê Veysel Şen anî ziman ku tecrîd û binpêkirinên mafan li tevahiya bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Bi domdarî Şen ev tişt anî ziman: “Ciwanên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin girtin. Sepanên faşîst, deng, govend û dirûşmên kurdan weke sûc dibîne. Girtina wan ciwanan, rewşa AKP ketiye nav nîşan dide. Li gorî Dadgeha Bilind, AYM û DMME’yê gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne û divê ev ciwan tavilê bên berdan. Divê rê li ber vê rewşa derhiqûqî were girtin.” 
 
'BERPIRSYARÊ TECRÎDÊ WEZARETA DADÊ YE’ 
 
Şen, bal kişand ser pergala tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî birêz Ocalan pergaleke tecrîdê ya sîstematîk heye. Di serî de Wezareta Dadê, gelek sazî û dezgehên navneteweyî berpirsyarên vê tecrîdê ne. Di serî de CPT, banga me li tevahiya rêxistinên hiqûqê, baro û rêxistinên mafên mirovan ew e ku li dijî sepanên keyfî û derhiqûqtiyên li Tirkiyeyê bi peywira xwe rabin.” 
 
MÊRSÎN 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê jî di nav de, girseyê xwest biçe pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Polîsan destûr nedan û li ser vê yekê girseyê li nêzî avahiya AKP’ê ya bajar çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan li vir axivî û di serî de êrişa li dijî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan a Meclisê hatiye kirin şermezar kir. Aşan, anî ziman ku di nava çendek rojên dawî de li ser medyaya dijîtal li dijî ziman û çanda kurdî êriş tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîmenên dawetan parve dikin û dikin hedef. Ev êriş bi pêşengtiya AKP’ê tên kirin. Em van êrişan şermezar dikin.” 
 
'BIBE PARÇEYEKE ÇARESERIYÊ’ 
 
Aşan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev êriş tevek eleqeya xwe bi tecrîdê re heye. Sedema bingehîn a van pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Dê ev yek we jî tune bike. Pirsgirêka kurd li vî welatî gelek îktîdar têk birin. Dê AKP jî tesfiye bibe. Ji ber ku gelê kurd di ferqa nasname, ziman, çand, bawerî û xaka xwe de ye. Dê kesek nekare vê rastiyê biguherîne. Ne AKP ne jî îktîdarên piştî wê dê nekarin vê rastiyê biguherînin. Divê hûn bi vê rastiyê re hevrû bibin û pêvajoya guftûgoyê bidin destpêkirin. Yek ji rê û rêbazên wê jî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Di vê çarçoveyê de em careke din bang li îktîdarê dikin; nebin parçeya neçaeseriyê lê bibin parçeyeke çareseriyê.”