Fakulteya Jineolojiyê dest bi dersan dike
- jin
- 09:24 13/10/2017
Li Rojavayê Kurdistanê Fakulteya Jineolojiyê, di 16’ê Cotmehê de dest bi perwerdehiyê dike. Endama Desteya Rêveber a Jîneolojiyê Ayten Şêx Îsa, anî ziman ku bi avakirina fakulteyê gaveke mezin hatiye avêtin û wê ji bo jinên cîhanê bibe mînak. Îsa ji bo piştevaniyê jî bang kir û xwest her kes kevirekî deynin.