Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
- jin
- 12:14 10/1/2018
Jinên Bakurê Sûriye dê di 12 û 13’ê Çile de konferansa Jîneolojî li dar bixin. Amadekariyên konferansê bi dawî bûn.
Jinên Bakurê Sûriye dê di 12 û 13’ê Çile de konferansa Jîneolojî li dar bixin. Amadekariyên konferansê bi dawî bûn.
Parêzer Ceren Şîmşek "pergala navbeynkariyê" ya pêvajoya hev du veqatandinê nirxand û ev tişt got: "Dê ev pêkanîn bi taybetî di dema hev du veqetandinê de, herî zêde di warê madî de ku jin zehmetiyan dikişînin, dê di elehê jinan de bi encam bibe."
Bertekên jinan ên li hemberî daxuyanî û pênaseyên Diyanetê yên der barê zewicandina di temenên zarokatiyê de didomin. Jinan wiha pirsî: "Wê zarok çawa di vî temenî de bizewicin."
Ji 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Jinên kurd diyar kirin ku mîrasên têkoşînê ji Sakîne Cansiz girtine û dê têkoşîna wê bidomînin.
Li gelek navend û bajaran 3 siyasetmedarên jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyên bî biranîn hatin lidarxistin û jinan soza bilindkirina têkoşînê nû kirin.
Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, bertek nîşanî kampanyeya “Em ji bo jinan otobusên pembe dixwazin” a ji aliyê komek zilamên navê Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlên Wanê li xwe kirin, dan.
Leşkeran êrîşî girseya li ser gora Fidan Dogan, kom bûn û Fîdan Dogan bibîr anîn kir. Leşkeran ala kesk, sor û zer a li kevirê gora Dogan hatiye pêçan jêkir û qurnefilên li ser gorê rakir.
Di 16 salên dawî de 3 hezar û 432 girtî jiyana xwe ji destan û ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene. Seyran Demîr ku bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, yek ji nexweşên giran e ku di rapora ÎHD’ê de cih digire. Her ku diçe rewşa Demîr xerabtir dibe, lê dîsa jî nayê berdan.
Derûnas Abîdîn Balkan, diyar kir ku wê pênaseyên Diyanetê rê li ber îstismarkirina zarokan vebike û balê kişand ser vî tiştî: "Di tenduristiya zarokên ku di navbera 14-16 saliyê de dizewicin de, nebaşbûnên zayendî û ruhî peyda dibin."
Endama Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, diyar kir ku AKP dixwaze civakek li gorî xwe ava bike û wiha got: “Dixwaze civakek di çarçoveya ol de ava bike. Diyanet ku hevpariya vê polîtîkayê dike, daxuyanî, fetwa û pênaseyên wê ne tesadufin.
HDP, li Amed û Bûrsayê konferansên jinan ên herêmê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di konferansa li Amedê de axivî û diyar kir ku sala 2017'an sala berxwedanê bû, wê sala 2018'an jî sala pêngav û destketinan be. Kemalbay wiha got: "Wê têkoşîna me bi ser keve û wê zilam wan têk biçe."
Jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan di 5'emîn sala qetilkirina xwe de li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîr anîn.
Li Kolana Sakarya ya Enqereyê jinên li hev kom bûn û xwestin pênasekirina Diyanetê ya têkildarî zewaca zarokan protesto bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê beriya 3’emîn Kongreya HDP'ê ya Giştî, bi dirûşmeya "Gotina em bêjin, hêza em biguherînin heye" konferans pêk anîn. Jinan di konferansê de peyama "Em dê bi hêzek mezin û bi gulan beşdarî kongreyê bibin" dan.
Di zivistanê de bi baranê re birha Çemê Dîcleyê bilind dibe û ji ber vê gelek qirş û qal bi avê re tên. Jin van qirş û qalan berhev dikin û wan di tendûran de dişewitînin.