393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
- jin
- 13:16 08/5/2020
393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, ronakbîr û aktivîst li dijî qanûna înfazê ya cihêkar metneke hevpar îmze kirin û banga guhertina qanûna înfazê kirin.
393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, ronakbîr û aktivîst li dijî qanûna înfazê ya cihêkar metneke hevpar îmze kirin û banga guhertina qanûna înfazê kirin.
Navenda Piştevaniyê ya Jinê ku di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin, di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jina dike. Hevşaredar Şevîn Alaca, anî ziman ku armanca wan ew e ku vî bajarî bikin ku jin rihetir lê bijîn.
Dayika ku xizmetkara tenduristiyê ye Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ji meha Adarê heta niha ber karê zêde rêya malê nabînin û nikarin wexta xwe ji zarokan re veqetînin. Gurkan, anî ziman ku rayedar zorê li wan dikin ku yan zarokan an jî kar hilbijêrîn û wiha got: "Hin dayik jî ji ber zextên hevjînê xwe ya dê şewbê bîne malê nikarin biçin malê."
Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye û ji hêla tundiya li ser jinan ve şertên pêvajoyê xetereyên jiyanî derxistiye holê.
Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora 4 mehan aşkera kir û got: "Di 4 mehan de li 12 bajaran mafê 141 jinan û mafê 63 zarokan hatiye binpêkirin."
Ozgur Tarhan ê Ayşe Karaman qetil kiribû hatibû berdan. Meclîsa Jinan a Enqereyê bertek nîşanî berdana Tarhan da û xwestin Tarhan dîsa were girtin.
TJA û Rêxistina HDP'ê ya Êlih derbarê êrîşa li dijî Şaredariya Qersê de daxuyanî dan û gotin: "Wekî TJA em soz didin ku dê tu carî dev ji destkeftiyên xwe bernedin û em ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê têbikoşin."
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navendan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê şermezar kirin. TJA û Meclisa Jinan anîn ziman ku tu carî dev ji destkeftiyên xwe ên bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û ugotin: "Em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gelan ya AKP-MHP’ê bidomînin.”
A.Ç ji 14 saliya xwe heta niha diçe paqijiya malan dike û niha jî ji ber şewbê bêkar maye. A.Ç ya ku çareserî di zewacê de dît, piştî zewicî bêtir rastî tundiyê hat û zewac lê bû îşkence. A.Ç. bi têkoşîna li dijî zehmetiyan mînak e.
Li Aydinê jinên ku bi komî diçin paletiya Çilekan, bi rîska şewba vîrûsa corona re rû bi rû ne. Jinên ku paletiyê dikin diyar kirin ku li gel ji mêran zêdetir kar dikin jî heqê wan ji yê mêran kêm tir e û keda wan erzantir e.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku di gelek rojnameger 3'yê gulanê di girtîgehan de pêşwazî dikin û wiha got:"Ew çiqas me bigirin jî em ê ji bo azadiyê serî hildin."
KCDP’ê, di rapora xwe ya meha nîsanê de aşkera kir ku 20 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.
Jinên Elewî banga bîranîna salvegera 83’emîn a Terteleya Dersimê kir.
Platforma Jin Pevre Bihêz in piştî banga ji bo 1'ê Gulanê, li gelek bajaran bal kişandin ser keda jinê ya nedîbar û li malên xwe 1'ê Gulanê pîroz kirin.
Bi qanûna înfazê ya nû re gelek kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatin berdan. Derûnas Gulşen Canan, bal kişand ser bandora van kesan a li ser mexdûran û got: "Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin."