Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
- jin
- 10:57 26/11
Jinên li dijî tundiyê daketin qadan diyar kirin ku ew ê dengê xwe yê li dijî tundiyê bilindtir bikin û gotin ku dê berxwedana wan bidome.
Jinên li dijî tundiyê daketin qadan diyar kirin ku ew ê dengê xwe yê li dijî tundiyê bilindtir bikin û gotin ku dê berxwedana wan bidome.
Koordînatora Equal Rights Projeyê Anne Pertschê got ku ji bo jinên ku ji ber şer, xizanî û zextê li ser rêyên koçberiyê ne û li kampan dimînin, tu ewlehî tune ye û got: "Li her gavê xetereke rastîn heye."
Jinên ku li Enqereyê li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin, li dijî polîtîkayên necezakirinê û tundiya mêran a hewl tê dayin were rewakirin, bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştevaniyê.
Endama herî çalak a tora fihûşê ya li Licê R.M., li ser mêrên xwedî nasnameya polîtîk di bin navê "têkiliya evînê" sîxurtiyê ferz dike.
Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tnundiya mêr-dewletê banga têkoşînê hat kirin.
Di meşa bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Amedê de, peyama “Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin” hat dayîn.
Di rapora girtiyên jin ên siyasî û edlî ya Baroya Stenbolê de hate diyarkirin ku di qawîşên bi kapasîteya 40 kesna de 60 kes tên ragirtin.
Beriya meşa ku tê plankirina bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bê lidarxistin, hemû kuçe û kolanên ber bi Kolana Îstiklalê ve hatin dorpêçkirin.
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku di 10 mehan de 235 jin hatine qetilkirin û 247 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Em cînayetên jinan ên di bin navê mirinên bi guman de tên veşartin baş dizanin.”
Parêzer Nêrgiz Gornaz, polîtîkayên necezakirinê yên di sûcên li dijî jinan de nirxand û got: "Pergaleke ku hewl dide ceza nede faîlan heye."
Jina ku ji ber gefa girtina birayê xwe ketiye tora fihûşê, qala tora fihûşê ya li Licê kir û bangî rêxistinên jinan kir.
Xwendekarên jin ên ku ji bo Rojin Kabaîşê beşdarî çalakiyan bûn, rastî "tacîza dijîtal" a kesên ku tê îdiakirin polîs in, hatin. Pêşniyarpirsa DEM Partiyê ya ku mijar xiste rojeva Meclisê, bêbersiv ma.
Endama Kogreya Star Jiyan Hisên, diyar kir ku êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li dijî gelên Elewî û Durziyan, careke din girîngiya rêxistinkirina li ser bingeha parastina cewherî nişan daye û got: “Jinên Elewî jî rizgariya xwe di pergala Rêveberiya Xweser de dîtin.”
ÎHD’ê, ragihand ku di nava sala dawî de li bakurê Kurdistanê herî kêm mafê jiyanê yê 88 jinan hatiye binpêkirin.
Jinên TJA’yî ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em ê bi ruhê seferberiyê bersivê bidin polîtîkayên jinan tune dihesibînin.”