Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
- jin
- 12:49 25/9/2022
Di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û peyama “Jin dê pergala we serûbin bikin” hate dayîn.
Di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û peyama “Jin dê pergala we serûbin bikin” hate dayîn.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan a girtî di peyama xwe ya ji bo 4'emîn Konferansa Jinan şandî de wiha got: “Heta ku tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin.”
Jinên tev li konferansa TJA’yê bûn, bal kişandin ser dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê bilind bû û wiha gotin: “Li Îran, Iraq û Tirkiyeyê jin li dora vê felsefeyê bûne yek. Em ê xwedî li vê dirûşmê derkevin û têkoşînê bikin yek.”
Jinên ku tev li 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê bûn bi gotina “Li çiyayên Kurdistanê şer heye” ji bo çareseriyê îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kirin.
4’emîn Konferansa Jinan ku TJA, bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê li dar dixe, di roja duyemîn de berdewam dike.
Rojnamevana îranî Mehtap Mehbûbê diyar kir ku jinên îranî îlhamê ji berxwedana jinên Rojavayê digirin û wiha got: “Ji Rojava heta Îranê bilindbûna têkoşîna jinan a bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, Azadî’ ne tesaduf e. Ji lew re jin doza jiyanê dikin û tiştekî ku winda bikin nemaye.”
Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kir û wiha got: “Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.”
Çalakvanên ku bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re li 3 bajarên Îranê daketin qadan gotin; “Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye. Em welatê xwe dixwazin. Em weke gel li qadan in, dê ji hev parçe nebin. Ev yek bi tena serê xwe azadî ye.”
Mehmet Emîn Oner ê li navçeya Kerboranê Pakîstan Demîr qetil kir, vekirina dersoka wê kir hincetê cînayetê.
Jinên ji bo Jîna Masha Amînî ya li Îranê bi îşkenceyê hate qetilkirin, çalakiyên xwe didomin, peyama bilindkirina têkoşîna jinan a birêxistinkirî dan.
Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn banga piştevaniya bi çalakiyên li Îranê re kir û wiha got: “Ev agirê serhildana ji bo welatekê wekhev û azad e. Têkoşîna jinên îranî veguherî berxwedaneke rasteqîn. Divê em agirê serhildanê yê jinên îranî geştir bikin.”
Z.Ş. ya 5 meh in ducanî ye ku li navçeya Rezanê di qata duyemîn a avahiyeke 8 qatî de dijî, bi awayekî biguman di şaneşînê de ket.
Jinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kirin ku tifaqê zemîna ku jin bûne kirde afirandiye û gotin ku armanca wan ew e ku bi tifaqê re yekîtiya jinan a herî berfireh ava bikin.
M.G. ku ji ber rejîma çewisîner a Îranê dest ji welatê xwe berdaye û hatiye Tirkiyeyê, bang li parêzvanên mafên mirovan kir û got: "Em bibin dengê jinên Îranê. Divê gel di vî şerî de serbikeve."
Jinên HDP’î qetilkirina Jîna Mahsa Amînî protesto kirin û gotin; “Em ê cîhaneke azad bi hev re ava bikin. Dê bi têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin.”