Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
- jin
- 09:59 11/10
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, hevrêya Hevrîn Xelefê ku şeş sal berê ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hat îşkencekirin û kuştin, got: "Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola hevrêya xwe Hevrînê hilînin."
