Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin

  • jin
  • 15:07 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Li Rihayê di qenaleke avê de cenazeyê jina bi navê Rahîme Demîragi hate dîtin. 
 
Li Taxa Saglikê ya navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê di qenaleke avdanê ya aydê Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) de cenazeyê jina bi navê Rahîme Demîragi (39) hate dîtin. Welatiyên cenazeyê Demîragi dîtin, agahî dan cendirme û komên tenduristiyê. Cenazeyê Demîragi ji qenalê hate derxistin. 
 
Hat îdiakirin ku Rahîme Demîragi ya li gundê Koprulukê dijiya, di saetên serê sibehê de ji bo çêrandina pezê xwe ji malê derket û êdî tu agahî jê nehatine girtin. 
 
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.