Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin

  • jin
  • 10:17 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Ozgu Sakî destnîşan kir ku PDK û AKP ji bo “Şoreşa Rojava” bifetisîne û erdnîgariyê têxe bin kontrola xwe her tiştî dike û anî ziman ku divê jinên kurd û femînîst dê bi xetekî têkoşînê ya nû û hevkariyê li hember vê yekê bisekine. 
 
Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dikin. Li dijî van polîtîkayên şer û êrişan jî bertekên tên nîşandan her ku diçe zêdetir dibin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî têkildarî hewldanên şer û êrişan axivî. 
 
‘ŞOREŞA ROJAVA LISTIKÊN WAN XERA KIR’
 
Sakî da zanîn ku polîtîkaya AKP ya Rojhilata Navîn ev demekî dirêj e têk çûye û ev tişt gotin: “Sedema têkçûna xeyalên Osmaniya Nû û polîtîkayên mêtingeriyê, Şoreşa Rojavayê ye. Ji ber Şoreşa Rojavayê lîstikên hemû hêzan xera kir û li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jiyanekî nû ava kir. Di encama vê yekê jî hemû hevsengî guherîn. 
 
Jiyana civakî ya li Rojavayê teşe digire astekî pir hêja anî siyaseta Rojhilata Navîn. Hem wek şoreşekî jinan tê panasekirin, hem hêzekî zana, hem jî peymenekî ku hemû gel û bawerî bi awayekî azad bijîn heye. Ev yek tirsa Erdogan û AKP’ê ya herî mezin bû. Ji ber di xeyalên wan de dîktatorî hebû, bi hemû hêza siyasî, leşkerî û civakî dixwestin li herêmê serweriya xwe ava bikin. Niha xwe vedigevêzin.” 
 
‘HEVKARIYA PDK’Ê Û AKP’Ê YA ŞER’
 
Sakî bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan demekî ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re digot “Kujer Esed” û anî ziman ku niha hewl didin pê re hevdîtinê bikin wiha got: “Armanca vê yekê plansaziya hevkar a êrişên ser tevgera kurd e. Rola hevkariya PDK’ê jî di pêvajoyekî wiha de dixin dewrê û dixwazin gundiyên xizan, bindest û kedkaran bi rê ve bibin, dewlemendiyên van erdnîgariyan desteser bikin. PDK dixwaze bi Erdogan re Şoreşa Rojavayê jî bifetisîne û dewlemendiyên li vê derê jî desteser bike. Ji bo vê yekê jî her tiştekî dike. Ne pêkan e bi ser bikevin ji ber dînamîkên pir cuda hene.” 
 
JIN Û ŞER
 
Sakî da zanîn ku di nav van şert û mercan de di çarçoveya şerê taybet de dixwazin jinan hedef bigirin, laşê jinê bikin qada şer û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hêj nû hîn dibin ku di Şerê Bosnayê de çi anîne serê jinan. Em tiştên li serê jinên êzîdî  hatine dizanin. Pêş çavê hemû cîhanê di bazaran de wekî kole hatin firotin. Jin ne tenê mexdur bûn, di heman demê berxwedanên mezin jî nîşan dan. Komuna Parîsê, Şoreşa Fransayê bingeha têkoşîn û şerê jinan a ji bo hemû gelên bindest û jinan e. Şoreşa Rojavayê şoreşa ji nan e, sedema vê yekê jî di peymana civakî de azadiya jinê û rêgeza wekheviyê heye.” 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Sakî diyar kir ku xwezayî  ye ku tevgera jinên kurd û tevgera femînîst hevkariyê bikin û serdanên tevgera femînîst ên li Kurdistanê bi bîr xist. Sakî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me hêza xwe bi hêza wan re kir yek û me, em ê çawa xetekî têkoşînê li hemberî polîtîkayên wan bihonin, nîqaş kir. Gelek tecrubeyên têkoşîna hevpar û kampanyayan ên tevgera jinên kurd û tevgera femînîst ên salên 90’î  û heya niha hene. A herî xurt, Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinê bû. Em niha di qonaxekî nû de ne. Em di pêvajoyekî guncav a ji bo avakirina xetekî nû ya polîtîk de ne û dikarin li dijî şer hevkariya hêza û avakirina civaka azad pêk bînin.”