Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin

  • jin
  • 16:57 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Madeya bikaranîna paşnavê yekem ê jinan ku piştî zewacê betal dikir ji 9’emîn Pakêta Darazê hate derxistin. 
 
Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Aylîn Nazliaka anî ziman ku madeya bikaranîna paşnavê ewil ê jinan, ku piştî zewacê asteng dikir, ji 9’emîn Pakêta Darazê hate derxistin. Nazliaka diyar kir ku paşnav ne tenê xwestekek e û wiha got: “Ev xwedîderketina mafê xwe yê jinan e, mafê wekheviya jin û mêr e û mafê malbatekî ya li gorî rêgeza wekheviyê ye. Herwiha mafê jinê ye ku ji kutuka malbata xwe derbasnebûna kutuka malbetekî din e. Ev maf mafê diyakirina daxwazên xwe yên jiyanî ya demokrasiyê ye.”