XARPÊT – Li Xarpêtê, zarokekî 5 salî û dayika wî bi saxî ji bin kavilên avahiyê hatin derxistin.
Li Taxa Mûstafapaşa ya Xarpêtê, xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirina mirovên di bin kavilên avahiyan de mane didomin. Îro êvarî Îtfaiyeya Enqereyê û cendirme bi qasî 6 metreyan daketin jêr û 5 metreyan jî meşiyan û zarokê 5 salî û diya wî ya di bin kavilên avahiyê de mabûn derxistin.