AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ku tev li xebatên amedakariya mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê bê lidarixstin bû, ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes vexwedin mitîngê.
Xebatên ji bo mitînga “Hêvî û Azadî” ya ku dê di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Platformên Demokratîk ve li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin, didomin. Endamên platformê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Xana Axparê tev li xebatan bûn. Di çarçoveya xebatan de li gundê Merpolatê civîna gel hat lidarxistin û li gundê Elwendiyê serdanên malan hate kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a bi salan û ev tişt got: “Gelê Kurd bi salan e bi zilm û tundiyê re rû bi rû dimînin. Gelê Kurd tu carî me serî ji zilm û tundiyê re netewand. Gelê Kurd li hemû cîhanê bûye pêşengê hêz û aştiyê. Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro gelê Kurd li cîhanê hatiye naskirin. Lêbelê rexmê vê yekê jî hêj qedexe didomin. Bi salan xwestin gelê Kurd tune bikin lê ev daxwaza wan pêk nahat û îro pêvajoya aştiyê dan destpêkirin.”
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN AZADIYA GELÊ KURD E’
Bayindir, rave kir ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de her kes berpirsiyariyên xwe bi cî bîne û wiha pê de çû: “Divê di vê pêvajoyê de kes li mala xwe rûnenê û kes nebêje ‘ez ê çi bikim’. Guhertina çarenûsa me di destê me de ye, divê em çarenûsa xwe biguherînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan ve pêkan e. Ji bo vê yekê divê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes beşdarî mitînga ku em ê di 4’ê Çileyeê de li dar bixin, bibe.”
Xebatên mitîngê, li gundê Elwendiyê piştî serdanên malan bi dawî bû.
Herwiha, endamên Platforma Saziyên Demokratîk, li 17 navçeyên Amedê xebatên mitîngê kirin.
