AMED - Amedsporê, li dijî heqaret û çêrên li dijî Leyla Zanayê hatine kirin, biryar da ku di maça bi Igdirsporê ji bo alîgirên jin bêpere be. Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslantaş, got: “Em ê di trîbûnan de hejmara jinan zêde bikin û bersiva herî delal bidin.”
Di 16’ê Kanûnê de maça Bursaspor-Somasporê hate lîstin. Di maçê de alîgirên faşîst siyasetmedara Kurd Leyla Zana hedef girtin û çêr û heqaret lê kirin. Bertekên li dijî van çêr û heqaretan didomin. Amedsporê jî weke bertekeke li dijî van çêran, biryar da ku di maça pêş ji bo alîgirên jin bêpere be. Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslanê diyar kir ku êrişên nîjadperest û zayendperest ên li dijî Leyla Zanayê, êrişeke li dijî nasnameya jinê ye, divê trîbûn û fealiyetên sportîf nebin amûrên gotinên nîjadperest, cihêkar û gotinên zayendperest.
Di berdewamê de Şeyda Arslantaşê anî ziman ku di nava Bursasporê de komeke alîgiran a nîjadperest heye û wiha bal kişand ser teşwîqkirina van koman: “Mixabin trîbûnên vê tîmê di maçê de heqaretê li siyasetmedareke jin dike. Weke rêveberî û hemû dînamîkên bajar em vê helwestê şermezar dikin. Ev êriş, êrişeke li dijî pêvajoyê ye. Îro em hewl didin bi hev re bijîn. Di esasê xwe de trîbûn, prototîpiya vê ye. Ji ber ku di nava trîbûnan de jin, zilam, ciwan, kal, zarok her kes hene. Her kes tenê bi nasnameya xwe ya alîgiriyê li wir e.”
'NASNAMEYA JINÊ HEDEF HATIYE GIRTIN’
Di berdewamê de Şeyda Arslantaşê bi bîr xist ku di demên berê de jî Bursasporê di maça bi Amedsporê de wêneyên Torosên spî hilgirtibûn û wiha axivî: “Heman êrişên nîjadperest dike. Ev heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin ku semboleke girîng e, ji vê helwestê ne cuda ye. Hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Ev gotinên nîjadperest, tevgera jinên Kurd, pêşengtiya tevgera jinên Kurd û hêza wê hedef digirin. Di şexsê Leyla Zanayê de nasnameya jinê, têkoşîna jinên Kurd û hêza wê ya pêşeng hedef hatiye giritn. Amedspor, alîgirên Amedsporê û camîeya wê; dê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bidomîne. Ji ber ku nirxên Amedsporê nirxên gelê me ne. Ev nirx in ku hebûna me ew ava dikin.”
DÊ JI BO ALÎGIRÊN JIN BÊPERE BE
Şeyda Arslantaşê da zanîn ku li dijî êrişên nîjqadperest û zayendperest ên ser Leyla Zanayê, wan biryar dan ku maça Amedspor-Igdirsporê ya di 28’ê Kanûnê de ji bo alîgirên jin bêpere be û got: “Ji ber ku em dixwazin li dijî vê êrişê bêhtir jinan di trîbûnan de bibînin. Ji bo vê tenê tişta ku dikarin bikin ev e, bila biçin navendên jinan ên heyî û hejmara nasnameyên xwe bidin wan. Em jî dê li ser van hejmarên nasnameyan bilêtên bêpere bidin wan. Em ê bi zêdekirina hejmara jinan re bersiveke baş bidin wan. Dê têkoşîna me ya li dijî êrişan bidome.”
MA / Heval Onkol
