ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku dihat payîn sibê were kirin, hat taloqkirin.
Dihat plankirin ku endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol sibê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin.
Hat zanîn ku ji ber wefata Şaredara Şehzadeler a Manîsayê Gulşah Durbayê ya CHP’î, hevdîtin hate taloqkirin.
