STENBOL - DEM Partî li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Pratî), li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Konferans dê du rojan bidome û di asta navneteweyî de jî gelek siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîst tev li bûn û dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir û tecrûbeyên cîhanê binirxînin. Axaftina destpêkê ya konferansê dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bikin. Piştre jî dê Veysî Aktaş ku demekê li Girtîgeha Îmraliyê hatibû ragirtin û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed biaxivin.
Berfirehiya nûçeyê tê...
