Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e TÊ NÛKIRIN

  • jin
  • 16:35 25 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tnundiya mêr-dewletê banga têkoşînê hat kirin. 

Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, li dijî tundiyê banga têkoşînê hat kirin. 
 
ÎZMÎRÊ 
 
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek jin beşdar bûn. Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş li ser navê komîsyonê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Zîlan Gumuşê destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê tenê ne rojeke bîranînê ye, roja mezinkirina daxwaza jiyanê ya li ser esasê wekheviyê ye û bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên jinan. 
 
Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 6 a Îzmîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê ji ber SGK a Konakê heya Qada Cumhîriyetê meşiyan. 
 
Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 7 a Îzmîrê, li ber Buyukpark a Bornovayê kom bûn û bal kişandin ser têkoşîna li her cure tundiya li ser jinan. 
 
EDENE
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê, rapora li ser cinayetên jinan amade kiribû bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê ragihand. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê baran Onerê, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku kuştin bi taybetî di demên ku jin dixwazin derkevin, bixebitin, an jî li ser jiyana xwe biryar bidin de zêde dibin.
 
Rapor ji aliyê endama Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê Belgîn Işikê ve hat parvekirin. 
 
AMED
 
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Danezana Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya Amedê rapora tundiya li ser jinan a sala 2025an eşkere kir. Gelek pêkhateyên Torê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Torê Mîna Îlhan ve hat xwandin.
 
Mîna Îlhan diyar kir ku dema ew salek berê bi îsal ve miqayese dikin tundiya derûnî ji sedî 27 û tundiya aborî ji sedî 44 zêde bûye û got: “Tundiya zayendî û fizîkî jî hem ji aliyê rêjeyê ve hem jî ji aliyê naverokê ve girantir bûye. Em ê wekî Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber tundiyê rabin û ji bo jiyanê bi hevgirtinê û xwebûyînê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û lîlandinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" meşek li dar xist, dû re jî daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Jinên ku li Parka Yilmaz Guney kom bûn heta Batman Park AVM'ê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Jin Jiyan Azadî, azad bibe Rêbertî" hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zeryam Işık ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.
 
Her wiha aktîvîsta TJA'yê siyasetmedar Ayla Akat Ata jî axivî û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got: "Bi salan e em di vê hawîrdora tundiyê de ezmûnên re rû bi rû man. Ger sibê çareseriyek demokratîk pêş bikeve, rola me di pêvajoya avakirina aştiyê de dê cuda be. Li ku derê tundî hebe em ê li vir bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hene û em ê hebin."
 
DÊRSIM
 
Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê li avahiya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Reyhan Helin Bulut di civînê de axivî û got: "Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê ne bûyereke takekesî ye; ew binpêkirineke sîstematîk a mafên mirovan e ku ji ber xemsariya saziyan a bi salan bêcezatî mezin dibe û tevna civakî xera dike."
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Dêrsimê jî li avahiya komeleyê der barê 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Jiholêrakirina Tundiya Li Dijî Jinan de daxuyaniyek da. Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nurşat Yeşil li wir axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa sereke ya hem pêvajoyên pevçûnê û hem jî polîtîkayên dewletê yên zordar.

Sernavên din

17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e TÊ NÛKIRIN
16:33 Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê tê lidarxistin ZINDÎ
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê