WAN- Ji Komîteya Amadekar a mîtînga "Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo gel butçe, Tirkiyeya Demokratîk" a KESK'ê Şemsettîn Bakir, anî ziman ku aboriya welêt divê êdî ne ji bo şer ji bo gel bê xerckirin.
Kamu Emekçileri Sendikası Konfederasyonu (KESK) Wan’da “Geçinemiyoruz! Halk için bütçe, Demokratik Türkiye” şiarıyla 29 Kasım’da Musa Anter Barış Parkında bölge mitingi düzenliyor. Bütçe hakkının önündeki engellerin kaldırılması, vergide adalet, özelleştirme politikalarına son verilmesi, kamu yatırımları ve hizmetler için bütçenin arttırılması, toplumsal cinsiyete duyarlı bir bütçe, güvencesiz ve baskıcı politikaların sona ermesi, yoksulluğu önleyici, dar gelirliyi koruyan sosyal tedbirler için bütçe payının artırılması talepleriyle alana inecek olan emekçiler, “Eşitlik, adalet, insanca yaşam için mücadeleyi büyüteceğiz. Birlikte kazanacağız!” mesajı verecek.
Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK, dê di 29'ê Mijdarê de li Parka Aştiyê ya Musa Anter a Wanê mîtîngek herêmî li dar bixe. Mîtîng dê bi dirûşmeya "Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo gel budçe, Tirkiyeya Demokratîk" bê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Şemsettîn Bakir got ku çareseriya van pirsgirêkan dê bi pêkanîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk were.
MÎTÎNGEKE LI DIJÎ LÊÇÛNÊN LEŞKERÎ Û MÎLÎTARÎZMÊ
Bakir diyar kir ku divê budçeya îsal ji bo pêşeroja welat û gel were bikaranîn û got: "Wekî ku hûn dizanin, budçeya 2026'an di komîsyona Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de tê nîqaşkirin. Wekî platforma karkeran, em dizanin ku budçeya îsal ne ji bo karkeran e, ji bo sermaye, sûdmend, lêçûnên leşkerî û mîlîtarîzmê ye. Wekî KESK, me li çar herêman der barê vê yekê de mîtîngên herêmî plan kirine. Armanca me ew e ku em budçeyek ji bo gel, budçeyek ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bixwazin. Her kes dizane, budçeya li Tirkiyeyê ji bo karkeran bêtir, ji bo şer û sûdmendiyê tê bikaranîn. Armanca me ew e ku berî ku ev budçe di meclisê de were dengdan an biryar li ser were dayîn, dengê xwe bidin bihîstin."
Bakir destnîşan kir ku aboriya welêt û aramiya wê dê bi Pêvajoya Civaka Demokratîk re bigihê astekê.
BANGAWAZÎ
Bakir banga tevlîbûna li mîtîngê kir û got: "Banga me ji bo tevahiya gelê Wanê û herêmê ye; em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga xwe ku dê di 29'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 12.00'an de loi Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin. EM bawer dikin ku ev mîtîng dê bibe mîtînga kesên dixwazin dengê xwe ragihînin."
