Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 14:21 20 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Nûnerê Amedê yê Kovara Gerçekê Namik Taranci di sala 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. 

 
Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranci ku di 20’ê Mijdara sala 1992’yan de li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê ya Amedê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengiya Rojnameya Evrenselê li ser gora Taranci ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Têkoşîna Namik Taranci di şoreş û sosyalîzmê de dijî” hate hilgirtin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, rêveberên EMEP’ê, nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Amedê Hakki Boltan, Hevserokê Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek jî tev li bîranînê bûn.
 
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî nûçegihana rojnameya Evrenselê Elîf Ekîn Saltuk axivî û got ku Taranci di Kovara Gerçekê de dixebitî û ji bo têkoşîna wekhevî, demokrasî û aştiyê ya gelê Kurd dinivîsand. 
 
Hevjîna Taranci, Derman Taranci jî anî ziman ku li bajarekî behra wê tune ye hevalên wî jê re digotin kaptan û got: “Namik, ji bo vegotina rastî û êşên li vî welatî têdikoşiya. Weke malbat û hevrêyên Namik em soz didin; em ê te ji bîr nekin.” 
 
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek jî got ku kevneşopiya çapemeniya azad bi keda rojnamegerên weke Namik Taranci, Mûsa Anter, Huseyîn Denîz û hwd. xwe gihandiye roja me û wiha dom kir: “Wan ji me re mîrateyeke xurt hiştin. Em jî di ferqa vê mîrateya giran de ne. Em ê bi hêza em ji wan digirin nivîsandina heqîqetan bidomînin.” 
 
'NAMIK LI PEY AŞTIYÊ BÛ’
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî ev tişt anî ziman: “Yên dixwestin Namik Taranci bêdeng bikin, yên ew qetil kirin digotin qey dê têkoşîna wî bi dawî bibe. Lê têkoşîna me tu caran bi qetilkirinan nayê astengkirin. Rojnamegerên aştîxwaz, pêkvejiyan diparastin û li dijî kedxwariya li dijî çîna karker hatin qetilkirin. Taranci jî yek ji van bû. Li pey cînayetên kiryarnediyar ên li herêmê bû. Li pey hesreta gelê Kurd anku aştiyê bû. Divê ji vî gelî lêborînê bixwazin. Divê kiriyarên bi hezaran cînayetên kiryarnediyar bên darizandin. Zîhniyeta ku ji hefte salî heta heftê salî ev gel qetilkirî divê ne tenê lêborînê bixwaze, divê hesabê jî bide. Em gavên tevgera Kurd diavêje dibînin. Lêbelê AKP’ê hêj jî gavekî şênber neavêtiye. Nehiştin Dayikên Aştiyê li Meclisê bi Kurdî biaxivin. Muxatabê vê pirsgirêkê Abdullah Ocalan e û nahêlin komîsyon pê re hevdîtinê bike. Belê em dibêjin aştî lê ji bo vê divê dewleta gavan biavêje.” 
 
Nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Amedê Hakki Boltan jî behsa keda rojnameger Namik Taranci kir û got: “Salên 90’î salên mîladî bûn. Di wan salan da Namik pêşengiya Çapemeniya Azad kir. Di wî serdemê de ew û hevalê wî hatin qetilkirin, em li ber şehadet û têkoşîna wan bejna xwe ditewînin. Em ê tu caran keda wan ji bîr nekin. Em ê xewn û xeyalên wan bi xebatê xwe pêk bînin.”
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Taranci.    

Sernavên din

16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'