Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin

  • rojane
  • 13:30 20 Mijdar 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Di danişîna doza Burak Ercan ê li Cizîrê bi dehan xwendekar tacîz kiribû de biryara beraetê hat dayin. 

 
Cîgirê Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Anadoluyê ya Cizîr a Şirnexê Burak Ercan, ji ber tacîza zayendî ya li dijî gelek zarokan dihat darizandin. Cezayê hefsê yê Burak Ercan hatibû betalkirin û biryara jinûvedarizandinê hatibû dayin. Danişîna duyemîn a jinûvedarizandinê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin. 
 
Beriya danişînê, bi sedan polîs li pêşiya avahiya edliyeyê hatin bicihkirin, edliye bi bariyeran hate girtin û tevdîrên zêde yên ewlehiyê hatin girtin. Her kesên ji kolanê re derbas dibûn li ser wan lêgerîn hate kirin û piştre girtin kolana edliyeyê. Pankarta ji bo daxuyaniya piştî danişînê jî hate desteserkirin, pergala deng jî bi îdiaya “xetere ye” ji avahiya edliyeyê hate dûrxistin. Piştî berteka girseyê, pankart dîsa dan girseyê. 
 
Parêzer, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesan danişîn şopandin. Ji ber ku eywana danişînê biçûk bû, gelek kes li korîdorê man. 
 
Faîl Burak Ercan, ji bajarê lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dozgeriyê, mutalaaya xwe pêşkeş kir û bi îdiaya “delîl kêm in” xwest biryara beraetê ji bo Burak Ercan were dayin. Faîl Burak Ercan jî got ku tev li mutalaayê dibe û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Ji parêzerên mexdûran Rojhat Dîlsîz ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest û got: “Jixwe piştî îstînafê me dizanî dê mutalaayeke çawa derkeve. Dema em hatin eywanê, me dît ka li pêşiya edliyeyê tevdîrên çawa hatine girtin. Ji sala 2019'an ve ye vê dosyayê dişopînim. Ev dosya piştî giliyekê hate vekirin. Di pêvajoya lêpirsînê de tevî îdiayên giran jî bersûc yek rojê jî nehate binçavkirin. Bersûcî, li dijî îdiayên giran îdia kir ku ji hêla siyasî ve hedef hatiye girtin û em dibînin ku ev parastina wî îro gihiştiye armanca xwe." 
 
Dîlsîz, geşedanên di pêvajoya dozê de bi bîr xist û got: “Zarokên mexdûr, di pêvajoya darazê de ku demek zêde ser re derbas bû û pir hêdî dimeşe de ji xwe re jiyanek ava kirin. Têkoşîna hiqûqî travmayên wan mezin kir. Dozgerê ku îdianame amade kirî, îdianameyeke sosret amade kir. Dema faîl ji hêzên ewlekariyê be yan jî memûr be, em rastî polîtîkaya necezakirinê tên. Kesê 38 kes tacîz kirî û delîlên wê hene, hêj di nav me de ye. Ev bersûc hêj niha jî li Stenbolê dikare xwe bigihîne zarokan. Ev tiştekî tirsnak e. Em ê vê dozê bişopînin. Biryar çi dibe bila bibe em ê heta dawî bişopînin. Em dixwazin bersûc Burak Ercan were cezakirin.” 
 
URAK ERCAN HEQARET LI PARÊZERAN KIR 
 
Piştre jî parêzerên din mafê axaftinê girtin, geşedanên di dosyayê de bi bîr xist û bal kişandin ser polîtîkayên necezakirinê. Parêzeran xwestin ku faîl Burak Ercan were cezakirin û girtin. Faîl Burak Ercan jî heqaret li parêzerên dijî mutalaayê derketin kir. Parêzeran bertek nîşanî faîl Burak Ercan dan. Serokê dadgehê jî faîl Burak Ercan parast. 
 
Şandeya dadgehê, piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê, ji bo hemû sûcên Burak Ercan biryara beraetê da. Kesên li eywana dadgehê bertek nîşan dan û gotin “Mirovahî hate qetilkirin.”     
 

Sernavên din

16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin NÛÇEYA LEZGÎN
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'