WAN - Nîzamettîn Kabaîş ku beşdarî çalakiya xwendekarên YYU'yê bû û daxwaza ronîkirina mirina biguman a keça xwe Rojîn Kabaîşê kir, got ku telefona Rojîn Kabaîşê dê ji bo lêkolînê bişînin Portekîzê.
Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê ya ku bi daxwaza ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê û bersivdayina rektor a pirsên xwendekaran hatibû destpêkirin, di roja 18'an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ciwan bêdeng nabin, Rojîn nayê jibîrkirin” hat vekirin û dowîzên “Edalet ji bo Rojîn”, “Jin dimeşin hesap dipirsin” û “Navê Rojin bûye birîn, edalet dê bibe merhem” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên weke “Jin jiyana azad”, “Neparêze, pak neke, bidarizîne” û “Rektor îstifa bike” hatin berzkirin. Bi hezaran xwendekar, malbat û parêzerên Rojîn Kabaîş beşdarî çalakiya kampusê bûn.
DÊ TELEFONÊ BIŞÎNIN PORTEKÎZÊ
Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş, spasiya xwendekarên ku bi rojan e li ber xwe didin kir û bang li rektor kir. Nîzamettîn Kabaîş wiha got: “Ev xwendekar mêvanên te ne. Tu xwedî li Rojîn derneketî, lê divê tu li van ciwanan xwedî derbikevî. Çima tu ketî odeya otopsiyê, israr kirin û gotin, ‘Ez neçûm hundir.’ Çima hûn heta saet 2'yê sibê li wir man û çima tu çû bi dozger re hevdîtin kir? Çima rapora duyemîn piştî salekê derdikeve? DNA ya kê ye? Her kes li bendê ye ku ev doz ronî bibe. Çi bi serê Rojîn hat? Bi van hemû kamerayan û nobedaran, çima hûn tiştekî nabêjin? Xwe têkilî van xwendekaran neke, hûn diçin rûpelên mirovan digirin û bêguman ew ê li dijî we derkevin.”
Nîzamettîn Kabaîş ku berî daxuyaniyê bi dozger re civiya, diyar kir ku di dozê de tu pêşketin çênebûye û telefon dê ji bo lêkolînê ji Portekîzê re were şandin.
Piştî daxuyaniyê, bi hezaran kes ber bi Fakulteya Perwerdehiyê ve meşiyan ku Rojîn Kabaîş lê dixwend.
Piştî meşê, li ber Fakulteya Perwerdehiyê ji bo bîranîna Rojîn deqeyek çalakiya bêdengiyê hate girtin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
