STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku divê dewlet li dijî biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi gavên şênber bersivê bide û got: “Hewceye şert û mercên Abdullah Ocalan bikare xwe îfade bike bên avakirin.”
Tevgera Azadiyê ya Kurd, di 26’ê Cotmehê de gaveke dîrokî avêt û ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a KCK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê dane. Piştî biryarê, çavê her kesî li gavên komîsyona li Meclisê hatiye avakirin, îktîdar û dewletê ye.
Hevseroka Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, têkildarî mijarê axivî û got divê dewlet gavên şênber biavêje.
‘DIVÊ DEV JI POLÎTÎKAYÊN DIJ-KURD BERDIN’
Aslan, diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd rê li ber şerên mezin vekiriye û pêvajoya hatiye destpêkirin girîng e. Aslan, diyar kir ku dewlet û îktîdar gavan naavêje û got: “Bangên Adullah Ocalan, daxuyaniyên Qendîlê, biryara fexiskirinê, şewitandina çekan, geşedanên dîrokî ne. Lê mixabin îktîdarê li dijî van gavan tu gavek neavêt. Dê tu xêra nêzikatiya bisekine bişopîne ji bo Tirkiye û gelên herêmê nebe. Berevajî vê, dê rê li ber avabûna rewşên aloz veke.
Îktîdar, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nake. Divê Tirkiye pêvajoya aştiyê girêdayî Sûriyeyê neke. Divê daxwazên milyonan Kurdan li vir cîbicî bike. Hewceye Tirkiye dev ji polîtîkaya dij-Kurd berde û serî li rêya muzakereyan bide. Di çarçoveya pêvajoyê de divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayin, qeyûm ji holê bên rakirin, komîsyonên heqîqetê bên avakirin, zirara gundên hatine şewitandin bên dabînkirin, girtiyên siyasî bên berdan. Ji ber ku gavên şênber naavêjin lewma pêvajo civakî nabe. Divê îktîdar gavên pratîk biavêje.”
Aslan, anî ziman ku çekberdana PKK’ê gotina “dixwazin welat parçe bikin” jî vala derxistiye û got ku valaderxistina argumanên îktîdarê dê têkoşîna karkeran jî xurt bike.
‘DIVÊ ŞERT Û MERC WEKHEV BIN’
Aslan, anî ziman ku rayedarên dewletê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin û got: “Anku aliyekî pêvajoyê dibînin. Heke alî li gel çareseriya demokratîk bin, wê demê hewceye alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin. Li rexekê Ocalan ê di tecrîdê de, li rexa din siyasetmdarên bi rehetî siyasetê dikin. Divê şert wekhev bin. Divê derfeta ku Ocalan bikare ji efûya siyasî sûdê bigire bên avakirin.”
TIŞTÊN DIVÊ BÊN KIRIN
Aslan, diyar kir ku vekişandina hêzên gerîla ya ji Tirkiyeyê gava herî girîng e û got: “Îktîdar, biqasî ji dest tê hewl dide Kurdan neçarî tiştên biçûk bike. Gavên tevgera siyasî ya Kurd bêbersiv dimînin. Divê komîsyon bi Ocalan re biaxive û mafê hêviyê nas bike. Demîrtaş, Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan, biryarên DMME û AYM’ê bila bicih bînin, qeyûman paşve bikişînin, Kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê, zextên ser Rojava bi dawî bikin, ji bo bi hezaran endamên tevgera siyasî ya Kurd vegerin welat sereratkirin bên kirin, ji bo vegera penaberên Kurd şert û merc bên avakirin, hemû mafên gelê Kurd bên dayin. Lê îktîdar gavekî herî biçûk jî naavêje. Mijûl dike. Divê kadroyên çek berdane bikarin tev li jiyana demokratîk, siyasetê bibin. Ji bo vê divê tavilê sererastinên yasayî bên kirin. Komîsyona li Meclisê dikare di van mijaran de gavan biavêje.”
MA / Omer Îbrahîmoglû
