ENQERE - Bijîşkê rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatiye entubekirin, da zanîn ku xetereya li ser jiyana Aykol didome.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Di dema tedawiyê de enfeksiyonê sihên Aykol girt û tedawiya wê didome. Bijîşkê Aykol got ku di rewşa Aykol de niha tu pêşketin tune ne, dê di roja duşemê de tehlîlên xwînê bikin û xetereya li ser jiyana wî didome.
Serdanên ji bo Aykol jî berdewam in. Wekîlên DEM Partiyê, rewşenbîr, rojnameger û gelek kes çûn serdana Aykol.
