NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara DMME'yê ya bi Azerbaycanê da pêkanîn, li hemberî Tirkiyeyê ku 11 sal in "mafê hêviyê" nas nake, tevnagera. Endamê Parlamenteriyê yê Konseya Ewropayê Berdan Ozturk, îşaret bi fesixkirina PKK'ê kir û got: "Ji bo wan tu hincet nemaye."
Di rêzebiryarên piştî sala 2000'î de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dît ku ragirtina hikumxwaran heta mirinê binpêkirina xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Di Adara 2014'an de, DMME'yê biryar da ku "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Biryara "Ocalan-2 Tirkiye" tekez kir ku "girtina heta mirinê" qedexeya îşkenceyê ye û ji ber vê yekê "mafê hêviyê" binpê dike. DMME'yê ji bo girtî Hayati Kaytan (Îlona 2015'an), Emîn Gurban (Kanûna 2015'an) û Civan Boltan (Sibata 2019'an) jî heman biryar dan.
Her çend Tirkiyeyê li dijî biryara DMME'yê tu rêzikname çênekirin jî, Komîteya Wezîran ku berpirsê şopandina pêkanîna biryarên DMME'yê ye, pêvajoyeke şopandinê da destpêkirin. Komîteyê yekem car di sala 2015'an de û dîsa di sala 2021'ê de doz xist rojevê. Di sala 2021'ê de, Komîteyê salek muhlet da Tirkiyeyê da ku rêziknameyên pêwîst ji bo çareserkirina biryara "binpêkirinê" bicîh bîne. Biryarên der barê Emin Gurban, Civan Boltan û Hayati Kaytan de jî hatin destnîşankirin.
Di vî sê salî de di dozê de tu pêşketin çênebû û komîteyê di Îlona 2024'an de doz bi sernavê "Koma Gurban" ji nû ve nirxand. Komîteyê ji bo Tirkiyeyê salek din muhlet da ku tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigire û rêziknameyan bicîh bîne. Komîteyê hişyarî da ku heke Tirkiye gav neavêje, ew ê Sekreteriya Komîteyê talîmat bide ku pêşnûmeyeke biryareke demkî amade bike. Ev hişyarî di vê dozê de yekem car bû û qonaxek nû destnîşan kir. Lêbelê, tevî hemû hewldanan, Tirkiyeyê di vê demê de gav neavêt.
Komîteyê di civîna xwe ya Îlona 2025'an de dosyeyê ji nû ve nirxand. Ji bo Tirkiyeyê heta Hezîrana 2026'an muhlet hat dayîn. Di heman biryarê de, komîteyê her wiha pêşniyaz kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hat avakirin, ger bixwaze, dikare di vî warî de mudaxile bike.
Nêzîkatiya Komîteyê ya li hember dosyeya "Koma Gurban" ji ber paşxistin û derengmayînê dibe cihê rexneyan. Derdorên hiqûqê û rêxistinên civaka sivîl dipirsin çima Komîteyê vê dawiyê pêvajoya Azerbaycanê ji bo Tirkiyeyê jî nexebitandiye.
DI PÊVAJOYA AZERBAYCANÊ DE ÇI QEWIMÎ?
Di biryara xwe ya 22'yê Gulana 2014'an de DMME'yê dît ku girtin û cezayê 7 sal girtîgehê yê bi sûcê "xerakirina pergala cemaweriyê, rabûna li ber hêzên ewlehiyê û serîlêdana li tundiyê" li Serokê berê yê Partiya ALternatîf a Komarparêz a muxalif Ilgar Mammadov hatiye birîn, ji gumana maqûl bêpar e. Dadgeh gihîşt wê encamê ku bêparkirina Mammadov ji azadiyê "ne ji bo armanca darizandinê, ji bo bêdengkirinê" hatiye kirin. Wê biryar da ku sînordarkirina mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin.
Ev biryar di 13'ê Cotmeha 2014'an de teqez bû û bicîhanîna wê ket bin çavdêriya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Azerbaycanê di heman roja ku biryar teqez bû de planeke çalakiyê pêşkêşî Komîteya Wezîran kir. Planê tu gavên qanûnî ji bo misogerkirina serbestberdana Mammadov neda der.
KOMÎTE 3 SALAN LI BENDA TEHLIYEYÊ MA
Komîteyê parast ku biryara "binpêkirinê" tenê bi serbestberdana bê şert û merc a Mammadov dikare were bicîhanîn. Komîteyê sê sal li benda serbestberdana Mammadov ma. Di vê heyamê de, cezayê heft sal ê girtîgehê yê Ilgar Mammadov hat erêkirin.
KOMÎTE PROSEDURA 'ÎHLAL' DA DESTPÊKIRIN
Ji ber nebûna pêşketinên erênî der barê berdana Mammadov de, Komîteyê di 25'ê Cotmeha 2017'an de hikûmeta Azerbaycanê agahdar kir ku ew bi erkê xwe yê bicîhanîna biryara "binpêkirinê" re mijûl nebûye. Ev agahdarkirin gava yekem di pêvajoya qanûnî de nîşan da, da ku were destnîşankirin ku DMME bi erkê xwe yê bicîhanîna biryaran re mijûl nebûye.
Di 5'ê Kanûna 2017'an de, Komîteyê bi serlêdana xwe ya li DMME'yê gava duyemîn avêt û daxwaza diyarkirina pabendbûna Azerbaycanê bi erkê xwe yê bicîhanîna biryara "binpêkirinê" kir. Ev cara yekem bû ku Konseyê li dijî dewleteke endam prosedurek wisa da destpêkirin. Komîteyê destnîşan kir ku mafê Mammadov ê darizandineke adil hatiye binpêkirin û serî li DMME'yê da. DMME'yê di 16'ê Mijdara 2017'an de li ser binpêkirinê biryar da. Piştî vê biryarê, Mammadov dîsa serî li Dadgeha Bilind a Azerbaycanê da û daxwaza darizandineke nû kir.
2018'AN DE TEHLIYE
Doza Mammadov ji dadgeha îstînafê re hat şandin. Di biryara xwe ya 13'ê Tebaxa 2018'an de, dadgeha îstînafê biryar da ku cezayê 7 sal girtîgehê yê ku li Mammadov, tevî biryara DMME'yê, hatiye dayîn, rast e. Dadgehê her wiha biryara berdana bi şert û merc û cezayê şertî yê Mammadov da. Di 28'ê Adara 2019'an de, Dadgeha Bilind a Azerbaycanê ceza kêm kir, biryar da ku tevahiya cezayê hatiye birîn û dema şertî betal kir.
ENDAMTÎ HAT RAWESTANDIN
Di Gulana 2019'an de, DMME'yê piştrast kir ku Azerbaycanê biryara xwe ya "binpêkirinê" ya der barê doza Ilgar de bi tevahî bicîh neaniye. Biryara DMME'yê tekez kir ku divê Azerbaycan dawî li encamên neyînî yên li ser Mammadov bîne. Di bersiva biryara DMME'yê de, Dadgeha Bilind a Azerbaycanê doza Ilgar ji nû ve nirxand û di Nîsana 2020'î de biryar mehkûmiyê betal kir. Komîteya Wezîran jî dosyeyê girt.
Di Çileya 2024'an de, Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji ber nebicîhanîna sozên xwe û nebûna hevkariyê, destûrnameyên şandeya Azerbaycanê pesend nekir. Endamtiya Azerbaycanê ji ber fikarên li ser serxwebûna dadweriyê, mafên mirovan, azadiya raman û îfadeyê li Azerbaycanê, hebûna rojnamevan û girtiyên siyasî li welêt û tundûtûjiya li dijî ermeniyan li Qerebaxê hat sekinandin.
Hevberdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Konseya Ewropayê Berdan Ozturk di civîna Meclisa Giştî ya 3 mehan carekê tê kirin ya konseyê de mijara "mafê hêviyê" anî ziman.
Ozturk rêbaza konseyê, têkiliyên ku bi Tirkiyeyê re danîne û bandora van têkiliyan li ser biryarên komîteyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
JI SEROKÊ KOMÎTEYÊ PIRSA 'MAFÊ HÊVIYÊ'
Ozturk destnîşan kir ku serokê Komîteya Wezîran jî di rûniştinê de amade bûye û got ku têkildarî "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan pirs pirsîne. Ozturk got: "Min sê rêgezên bingehîn ên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn konsey li ser wan hatiye damezrandin bi bîr xistin. Ev rêgez demokrasî, hiqûq û mafên mirovan in. Ev rêgez ji xetên partîyan derbas dibin. Min ji wan pirsî çima, tevî van sê rêgezên bingehîn, biryara binpêkirinê ya 2014'an bêbersiv dimîne û biryarên DMME'yê ji bo Tirkiyeyê girêdar in. Tevî vê yekê, wan ev biryar 11 sal in bicîh neaniye. Min ji wan pirsî gelo ev yek armanca damezrandina konseyê xera dike yan na."
Ozturk diyar kir ku pirsên wî baş nehatine bersivandin û got ku qet behsa "mafê hêviyê" nehatiye kirin. Ozturk got: "Min li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsî, lê Serokê Komîteyê biryarên din wekî mînak dan. Yanî, wî mesele ji nedîtî ve dît. Wî bersivên dîplomatîk dan."
Ozturk biryara Konseyê ya li ser Azerbaycanê bi bîr xist û got: "Ew dikarin bi hêsanî van cezayan li ser Tirkiyeyê ferz bikin. Ango, ew dikarin Tirkiyeyê ji konseyê derxînin. Ev mimkun e." Ozturk çend sedemên nebicîhanîna van cezayan destnîşan kir û got: "Tirkiye bi welatên ewropî re têkiliyên bazirganî û siyasî yên xurt hene. Ew di heman demê de yek ji endamên NATO'yê yên leşkerî yên bihêz e. Ev hemû faktor di nebicîhanîna cezayan de diyarker in."
Ozturk diyar kir ku konsey xwedî "fikareke" din e û got: "Konsey dibêje ku heke statuya nûnertiya Tirkiyeyê were sekinandin, partiyên muxalefetê yên wekî DEM Partî û CHP dê nikaribin beşdar bibin. Lê em her wiha dibêjin ku Komîteya Wezîran xwedî mekanîzmayên din e. Em dibêjin ku ew dikare Tirkiyeyê ji nêz ve bişopîne û hin mueyîdeyan ferz bike. Wekî din, em bawer dikin ku girîng e ku mueyîdeyên bi bandor hebin."
TÊKILIYÊN 'BERJEWENDIYÊ'
Ozturk destnîşan kir ku hebûna berdewam a konseyê jî ji ber nebicîhanîna mueyîdeyan tê lêpirsînkirin. Ozturk anî ziman ku Tirkiye welatek e ku her tim di bin çavdêriyê de ye û di rojeva Komîsyona Çavdêriyê ya konseyê de ye.
Ozturk got: "Ger ev biryara DMME'yê 11 sal berê bihata cîbicîkirin, hem birêz Ocalan û hem jî gelek girtiyên din ên siyasî dê sûd werbigirtana. Biryarên wekî yên Kavala, Yuksekdag û Demîrtaş dê nebûna pirsgirêk. Me yê li ser van mijaran nîqaş nekira. Ji ber vê yekê, divê niha gavek were avêtin."
Ozturk bi wê nêrînê re ye ku têkiliyên "berjewendiyê" yên Tirkiyeyê di helwesta konseyêd e xwedî bandor e û got: "Derketina ji rêgezan di navbera Tirkiyeyê û welatên din de standardeke dualî diafirîne. Ew têgihîştinekê diafirîne ku pareke rastiyê heye û ev zirarê dide." Ozturk destnîşan kir ku nêzîkatiya konseyê ew e ku 'Em Tirkiyeyê xemgîn nekin, lê binpêkirin jî hene, werin em rêyeke navîn bibînin.'
BANDORÊN WÊ YÊN LI PÊVAJOYÊ
Ozturk li ser bandorên nebicîhanîna biryarê yên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: "Nêzîkatiya destpêkê ya endamên konseyê ya li hember pêvajoyê wiha bû, 'Ez meraq dikim gelo di navbera wan û AKP'ê de lihevkirinek çêbûye?' Em rave dikin ku ev ne rast e û ev nêzîkatî jî xelet e. Em rave dikin ku ne AKP, dewletê însiyatîf di pêvajoyê de girt. Wan her wiha bawer dikir ku birêz Abdullah Ocalan heta niha bandorek li ser PKK'ê yan gelê kurd nekiriye. Em hemû bi çavên xwe dibînin ku bandora wî çiqas girîng e. Wî bang kir, kongreya PKK'ê li dar ket û dû re, bi merasîmekê çek hatin şewitandin. Em rave dikin ku ev yek li cîhanê bêhempa ye."
Ozturk destnîşan kir ku her çend heta niha PKK wekî hincet dihat nîşandan, lê ev hincet niha ji holê hatiye rakirin û got: "Ji niha û pê ve, em dibêjin ku hemû berpirsiyariyên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd, misogerkirina mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de aîdî meclisê ne. Ji ber ku êdî tu hincetên wan nînin. Ger ew bi rastî jî eleqedarê Tirkiyeyê bin, nêzîkatiya wê û pabendbûna wê bi demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê re dê ji bo her kesî sûdmend be. Em ê vê mijarê her tim bînin rojevê."
MA / Dîren Yûrtsever