RIHA - Ayhan Bayar ku tehliyeya wî ji bo salek û 6 mehan hatibû taloqkirin û duh biryara tehliyeya wî hate dayin, piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan.
Ayhan Bayar li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û cezayê wî yê 30 salan di 14’ê Nîsana 2024’an de xelas bû. Lêbelê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê tehliyeya Bayar ji bo salek û 6 mehan taloq kiribû. Duh der heqê Bayar de biryara tehliyeyê hate dayin. Piştî biryara tehliyeyê, Bayar îro ji girtîgehê hate berdan û li pêşiya girtîgehê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Wekîlên DEM Partiyê Newroz Uysal û Ferît Şenyaşar jî di pêşwazîkirinê de cih girtin û beşdaran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.
Bayar li vir axaftineke kin kir û got: “Rêbertiya me hêj girtî ye û hevalên me di girtîgehê de ne. Heta ku Rêbertî û hevalên me azad dibin dê têkoşîna me bidome. Em hevalên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan e. Em lêgerînvanên heqîqetê ne. Ev lêgerîna me dê heta dawiyê bidome.”
Piştî pêşwazîkirinê, Bayar tevî malbata xwe ber bi Silopiya ya Şirnexê ve bi rê ket.