NAVENDA NÛÇEYAN - Werîşe Mûradî diyar kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mijara jinê veguherandiye bingeha şoreşê û got ku ev roj divê ne tenê weke rojeke bîranînê were nirxandin.
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bi wesîleya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa “Jin, jiyan, Azadî” nameyek nivîsî.
Werîşe Muradî di nameya xwe de got: “Ev şoreş ne tenê teqîneke hêrsa kolanane, lê belê îfadeya daxwazên kûr ên ji bo azadî, dadperwerî û avakirina têkiliyên civakî ye. Nabe mirov vê rojê tenê wek bîranînekê bigre dest, divê bibe manîfestoya jiyaneke azad.”
Bi domdarî Werîşe Mûradî îşaret bi rola jinan a di şoreşê de jî kir û got: “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mijara jinê wek hêmana sereke ya şoreşê destnîşan kiriye. Îspat kiriye ku bêy nûnertiya jinan, tu şoreşek derfeta wê ya guhertina demokratîk a di civakê de nepêkane. Her wiha zext û cezayên darvekirinê ku hikûmeta Îranê li girtiyên jin ên siyasî dibire, tolhildaneke sîstematîk a vê şoreşê ye.”