ŞIRNEX - Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ku di dawiya nobeta li Bestayê de axivî, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Heta xweza azad dibe dê berxwedana me jî bidome.”
Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em ê rê nedin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin” duh çalakiya nobetê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê, îro li qada Kun Hirçokê ya di navbera gundên Çemê Têwî Bişêye Reş bi dayina daxuyaniyê hate bidawîkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, wekîlên DEM Partiyê, Serokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, Berdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Riha, Sêrt û Êlihê û gelek welatî tev li bûn.
Di daxuyaniyê de “Nobedarê dara gûzê ne em li vir in”, “Hebûna xwezaye xwebûna me ye”, “Li dijî şer aştî li dijî talanê jiyana ekolojîk” û “Ar girtiye qurm û li dorê dileyîze çi kiribû çi bû gunehê dara berûyê?” hatin hilgirtin.
‘EM Ê BI HEV RE XWEZAYÊ AZAD BIKIN’
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê yê Demê Adnan Şenbayram, diyar kir ku Kurdistan pêşkeşî sermayeyê hatiye kirin û wiha got: “Me duh li dijî sepanên di bin navê ewlehiyê de tên kirin, meşek li dar xist. Duh me peyamek da pergala talanker û me got ku dê rê nedin qirkirina ekolojiyê. Ji vir şûnde em ê nehêlin xwezaya me were talankirin. Em ê bi hev re xwezaya xwe azad bikin. Nobeta me îro bi dawî dibe lê têkoşîna me dê bidome. Heta ku xweza azad dibe jî dê berxwedana me bidome. Di meha Mijdarê de em ê kampanyaya çandina daran bidin destpêkirin. Tenê dema em bi hev re têbikoşin dikarin xwezayê biparêzin. Ez spasiya her kesên tev li nobetê bûne, dikim. Ji Cûdî heta Akbelenê dê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Xweza jiyan e jiyanê nekuje” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, çalakvanan qada nobetê paqij kirin.