NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din li bajarên Efxanistanê yên li rojhilatê welat bi pileya 6.0 erdhej çêbû û zêdtirî 622 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din li bajarên Nangarhar û Kunarê yên li rojhilatê Efxanistanê bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, li Kunarê 610 kesan û li Nangarharê jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha herî kêm hezar û 500 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê (USGS) da zanîn ku erdhej li nêzî sînorê Pakistanê, 27 km’an dûrî bakurêrojhilatê Celalabadê û 8 km’an di bin erdê de çêbûye.