STENBOL - Qeydên Dibistana Muzîkê ya Egidê Cimo dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin.Ji perwerdekarên dibistanê Abdullah Yagman, ji bo perwerdehiya muzîkê ya bi zimanê dayikê banga qeydê li malbatan kir.
Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ku di Mijdara 2024'an de ji aliyê Akademiya Muzîkê ya Ma ve li Stenbolê hat vekirin, ji bo serdema nû amadekariyan dike. Qeydên li dibistanê di 15'ê Tebaxê de dest pê kirin û dê heta 15'ê Îlonê bidomin. Dibistan dersên muzîka kurdî dide zarokên 0-5 salî. Zarokên 6-12 salî hem dersên enstrumanan û hem jî dersên zimanê kurdî dibînin.
Ji perwerdekarên dibistanê Abdullah Yagman der barê çalakiyên serdema nû de got: "Ders ji du beşan pêk tên. Dersek ku em jê re dibêjin 'Rêbaza Zarok Ma', ji bo zarokên 0-5 salî tê pêşkêşkirin. Yek ji mamosteyên me her hefte ji Amedê tê da ku dersan bide. Zarokên 6-12 salî jî di akademiya zarokan de dersan digirin. Akademiya zarokan dersên ziman, tembûr, dengbêjî, teorî û rîtmê dide. Par, 55 xwendekarên me hebûn. Ew ê di serdema nû de jî berdewam bikin."
QEYD DIDOMIN
Yagman diyar kir ku qeydên dibistanê dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin û got: "Malbat bi zarokên xwe re tên, formê tijî dikin û wan qeyd dikin. Bi tevahî 70 saet ders ji bo zarokên di navbera 0-5 salî de tên dayîn. Ev ders roja Şemî û Yekşemê tên dayîn. Dersek kurdî, dersek jî ya muzîkê ye. Bi zarokan re govend tê gerandin. Îro, zarokên kurdên ku berî çend salan koçî Stenbolê kirine û li vir ji dayik bûne û mezin bûne, bi zimanê xwe yê dayikê nizanin. Ev dibistan alternatîfek e ji bo vê yekê. Armanca me ew e ku em bigihîjin hemû zarokên ku li vir dijîn. Em bang li malbatên kurd ên li Stenbolê dijîn dikin ku zarokên xwe li vir qeyd bikin da ku ew karibin ziman û çanda xwe biparêzin.