ENQERE - Kesekî li Enqereyê li pêşiya Meclisê wesayîta xwe ya spî ya bi marka “Torosê” şewitand.
Li Enqereyê welatiyek hate pêşiya baxçeyê Meclisê û li devera Deriyê Çankayayê wesayîta xwe ya bi marka “Torosê” şewitand. Welatî di vê navberê de qêriya û got “Ez edaleta Xwedê dixwazim.” Kesê ku navê wî nehat zanîn, ji hêla polîsên li ber deriye Meclisê û Wezareta Dadê ve hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
Wesayîtên bi marka “Torosê” yên spî, di salên 90’î de ji hêla JÎTEM’ê ve di cînayetên kiryarnediyar û windakirinên bi darê zorê de hatin bikaranîn. Lewma weke sembola cînayetên kiryarnedariya tê zanîn.
Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin dê îro li komele û weqfên kesên di şer de xizmên xwe winda kirin û sibe jî li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê ku zarokên wan di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin û bi darê zorê hatine windakirin, guhdarî bike. Di demeke wiha de lidarxistina vê çalakiyê, bal kişand.