ENQERE- Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), destnîşan kir ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de berpirsiyariyeke mezin dikeve para desthilatê û gavên lezgîn ên ku divê bên avêtin rêz kir.
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), der heqê merasîma îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aştî ne tenê bêdengiya çekan e û ev tişt hate gotin: “Divê di heman demê de edalet pêk bê, mafên bingehîn bên cih û her kesê ku di civakê de bibe xwediyê jiyaneke wekhev û birûmet. Herwiha aştî bi rêgezên exleqî yên bijîşkiyê ve jî girêdayî ye. Yekitiya Bijîşkên Tirk, bi vê nêrînê ve ji berê ve her tim li dijî her cureyên şer rawestiyaye û parêzvaniya komareke wekhev, azad, aştiyane û demokratîk-sekuler û cîhaneke bêyî şer û metingehî kirî.”
DAXWAZ
Di daxuyaniya de hate destnîşankirin ku berpirsiyariyeke girîng dikeve para desethilatê û gavên lezgîn ên ku divê bên avêtin wiha hate rêzkirin:
“* Divê girtiyên nexweş ên li girtîgehan tên ragirtin, bên berdan.
* Divê hemû girtiyên siyasî bêyî girtin bên darizandin, li gorî qanûnên heyî divê rêgeza ji bo berjewendiya bersûc bê çaverêkirin.
* Divê dawî li polîtîkayên qeyûm bên anîn û kesên hatine hilbijartin bên berdan û vegerin ser erka xwe.
* Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya îfadeyê, fikrê, daxuyanî û çalakiyên pêşandanê bên rakirin.”