ENQERE - Agît Kortak li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê tê ragirtin û ji ber stranên bi Kurdî yên di lênûska wî de, cezayê hucreyê lê hate birîn.
Agît Kortak li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê tê ragirtin û ji ber stranên bi Kurdî yên di lênûska wî de, 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn. Kortak, di 30’ê Cotmeha 2024’an de ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Amedê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin. Di dema sewqkirinê de çendek lênûskên bi Kortak re hatin desteserkirin.
LÊNÛSKA KU STRANÊN KURDÎ TÊ DE BÛN HATE DESTESERKIRIN
Komîsyona Nameyan a Girtîgehê bi hinceta ku di lênûskê de çendek gotinên ji pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Civaknasiya Azadiyê” tê de hene, lênûska Kortak nedayê. Di lênûska din de jî bi hinceta ku stranên “Heval Cûma”, strana Silbûs û Tarî ya “Dil Dixwaze Here Cengê”, strana Koma Berxwedan a “Dema Kulîlkên Sor Vedibin (Kızıl Güller Açınca)", strana Grup Munzur a “Agirê Serhildanê (İsyan Ateşi)” tê de hene, nedan Kortak.
LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN
Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê bi hinceta lênûskên Kortak, di 25’ê Kanûna 2024’an de lêpirsîn da destpêkirin. Lijneyê, bi hinceta naveroka nîşe û stranan, îdiaya “perwerde û propagandaya rêxistinê” kir.
PIRSGIRÊK RÊZIKNAME Û QANÛN IN
Kortak, ji Serowekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî re nameyek şand û bertek nîşanî tiştên hatine kirin da. Kortak, diyar kir ku li girtîgehê bi tena serê xwe dimîne û nîşe û stranên wî propaganda nînin. Kortak, di lêpirsînê de bi devkî îfade da û got ku ev nîşeyên behsa xeberê li girtîgeha lê dima hatine nivîsandin, li wir nehatine desteserkirin û tu tiştekî derqanûnî tê de tune ye û tevî vê jî hatine desteserkirin. Her wiha Kortek, agahî da ku tehliyeya gelek girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatiye astengkirin û got: “Ji bo çareserkirina van xisûsan û pirsgirêkên li girtîgehê, me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û ji me re gotin ‘Sedema derketina van pirsgirêkan, rêzikname û qanûn in. Em tenê bicih tînin.’”
MA / Mehmet Aslan