Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan diyar kir ku hesabên hegemonîk ên Îsraîl û Îranê rê li ber aloziyan vedike û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn bi rêya Yekîtiya Neteweya Demokratîk dikare aştî û ewlekariyê pêk bîne. 

 
Şerê Îsraîl û Îranê ji niha ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derxist qonaxeke nû. Şerê di navbera her du dewlyetan de di çarçoveya pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de derket. Pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, ku bi şerê Îsraîl-Fîlîstînê re ku 7'ê Cotmeha 2023'an dest pê kir kete qonaxeke nû, fikarên netewe dewletan jî zêde kir. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye, gihîştiye qonaxeke ku li ser hemû dewletên herêmî xeteriyê derdixîne holê. Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan a di Pencên Qirkirina Çandî de' ku bergê 5’emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk e ku beriya bi salan di parêznameyên xwe de krîza şer a heyî nirxand û rêyên çareseriyê pêşniyar kir.
 
PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN  
 
Abdullah Ocalan dibêje ku pirsgirêkên bingehîn ên heyî yên li Rojhilata Navîn di avakirina netewe dewletan de bi sernavê "Hevsengiya netewe dewletan a li Rojhilata Navîn û Pirsgirêka Kurd" tên afirandin û nexşerêya siyasî ya Rojhilata Navîn a di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de hat xêzkirin, ji bo rê li ber pirsgirêkên ku herî kêm sedsalekê dewam bike, hatiye afirandin. Ocalan destnîşan dike ku mîna Peymana Versaîllas a li Ewropayê ku rola 'Aştiyê diqedîne' ya peymana Sykes-Pîcot a li Rojhilata Navîn rê li ber krîz û qulikeke bi heman rengî vekiriye. Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku hemû netew-dewletên ku di dawiya şer de derketine holê, rêxistinên ku li dijî gelên xwe yên navxweyî û li dijî hev ji derve hatine avakirin. Ev rewş tê wateya helandina civaka kevneşop û tê wateya şerê li dijî gelan û destnîşan kir ku nexşeyên bi hikumxwarekî hatine xêzkirin tê wateya banga li şerên navbera dewletên çêkirî.
 
LI ROJHILATA NAVÎN HEVSENGIYA NETEW-DEWLETÊ! 
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku rewşa heyî ya avabûna Îsraîlê, şerekî sed salî li dû xwe hiştiye û got, "Nepêkan e ku mirov texmîn bikin ka çiqas şerên mezin dikare rê li ber veke. Libnana biçûk her tim di şer de ye. Sûriye her tim di bin hiqûqa leşkerî de ye û bi Îsraîlê re di şer de ye. Dewleta Iraqê di tevahiya hebûna xwe de tê wateya şerên navxweyî û derve. Îran ne xwedî pozîsyoneke cuda ye. Mantiqê di avakirina hemû netew-dewletên Rojhilata Navîn de ne çareserkirina pirsgirêkên civakî yên heyî ne ji bo girankirina wan e, hiştina van netewe-dewletan di rewşeke rejîmên şerê navxweyî û derve yê bêdawî de ye. Sedema bingehîn a vê yekê jî avakirina Îsraîlê weke bingeha hêzên hegemon e. Bêyî ku em têbigihêjin Îsraîl bingeheke hegemon e, em nikarin têbigihêjin bê hevsengî yan jî bêhevsengiya netewe-dewletên li Rojhilata Navîn çawa tê avakirin."
 
PEVÇÛNÊN 200 SALÊN DAWÎ
 
Abdullah Ocalan di beşa xwe ya bi navê 'Şerên modernîteyê yên li Rojhilata Navîn û encamên gengaz' de balê dikişîne ser girîngiya têgihiştina rast a pevçûnên di nava du sed salên dawî de li Rojhilata Navîn rû dane û got, "Pênasekirina pevçûnên li Rojhilata Navîn bi tenê bi hesta teng a paradîgmaya şer a çînî û neteweyî ya Rojava yan jî ji aliyê hêz û şerên dewletê yên Îslama radîkal û nerm a siyasî ve têrê nake. Bêguman asta pevçûnên derdikevin holê jî girîng in. Pevçûnên di vê astê de bêhtir desthilatdarî û dewletê eleqedar dike. Lê belê cewhera şerên ku ji van hemû aliyên desthilatdariyê derbas dibe, watedartir e. Her wiha, hêza berfireh û demdirêj û nakokiyên li ser bingeha dewletê çiqasî berfireh be jî, ne xwedî wê kapasîteyê ne ku dikarin ji qada desthilatdariya hegemon wêdetir biçin. Li hemberî vê yekê, karakterê pevçûnên di pîvanên modernîteyê de cuda ye û xwedî wê kalîteyê ye ku modernîteya serdest derbas bike.”
 
ROJHILAT NAVÎN DÊ LI SER ÎRANÊ TEŞE BIGIRE
 
Abdullah Ocalan, ÎranÊ di bin sernaveke cuda de dinirxîne û hişyariya ‘Îran di her kêliyê de dikare bi karesateke atomê re rû bi rû bimîne’ dike û wiha dibêje: "Ji roja destpêkê ve çanda Îranê bi modernîteya kapîtalîst re, bi taybetî bi netewe-dewletiyê re di nava nakokiyan de ye. Li dijî van hemû hêmanên hatine ferzkirin li ber xwe dide. Mezhebperestî jî, ku weke diyardeyeke gelekî herêmî û dîrokî tê ferzkirin, şêweyekî neteweperestiyê ye, derwêşa modernîteya kapîtalîst e û gelên Îranê ji niha ve pê dihesin ku Şoreşa Îslamî ya Îranê bi vê maskeyê hatiye bêbandorkirin û radibin ser piyan. Bi taybetî Îran di wê baweriyê de ye ku dikare bi bikaranîna kevneşopiya xwe ya dewletê ya gelekî qedîm re, ya jî li şûna wê bi afirandina îmajeke bi vî rengî re dikare bi modernîteya kapîtalîst re rû bi rû bimîne, difikire ku wê ji aliyê sîstemê ve qebûlkirinê bi dest bixe. Bikaranîna dîrokê ya li ser vê bingehê, dibe ku şêweyê herî berbiçav ê westandinê ye. Modernîteyê bi kewneşopiya dîrokê û kewneşopiya dîrokê ji bi modernîteyê ve ewqas tevlihev kirin û hewldana bi netewe dewletê xwe rizgarkirin ancax dikare bi qurnaziyê were îzahkirin. Ji ber van sedeman dibe ku pêşeroja Rojhilata Navîn bi rêya Îranê teşe bigire.”
 
HELWEST Û MASKEYA ÎRANÊ
 
Îran bi rastî jî di navenda nîqaşên modernîteyê de ye. Tevî nerazîbûnên neteweperestiya Şîa, nîqaşa îdeolojîk û siyasî ya li ser modernîteyê wê her mezin bibe. Gelên Îranê ji neteweyên din bêhtir modernîteya kapîtalîst nas dikin û diyar e ku wê serî li ber netewînin. Her çiqas neteweperestiya Şîa ya niha bi antî-Israîlîzm, antî-Amerîkanîzm û hestên dij-rojavayî re mijûl dibe bila bibe, nikare lêgerîna demdirêj a modernîteyeke guncaw a ji bo gelên Îranê asteng bike; bi DYA û Îsraîlê re li hev bike jî, nikare ji pozîsyona xwe ya maskekirî ya li pêşberî lêgerîna gel bireve. Lêgerîna heqîqetê di çanda Îranê de xurt e. Wekî din, li Îranê kevneşopiyeke jiyana komunal heye ku bi qasî dîrokê kevn e. Ji ber vê yekê, dibe ku em di paşerojeke nêz a Îranê de şahidî ji têkoşîneke rasteqîn a modernîteyê re bikin.”
 
PÊWÎSTÎ BI ÇARESERIYÊN BÎNYADÎ HEYE
 
Abdullah Ocalan, di sernava 'Li Rojhilata Navîn Çareseriya Modernîteya Demokratîk' de, ji bo welatekî mîna Îranê ku di her kêliyê de dijmina parçebûn û parçebûnê ye, pênaseya 'bombeyeke nukleerî ya li bingeha wê hatiye danîn' kir û ev nirxandin kir: "Neteweperestiya Şîa ku neteweperestiya domdar xurt dike, tevî hemû cambaziyên modernîteyê nikare parçebûna Îranê bisekinîne; li şûna wê, parçebûnê bileztir dike. Ji bo Îranê teoriya neteweya demokratîk mîna dermanekî ye ku divê rojane bê bikaranîn. Tenê zîhniyeteke neteweyî ya demokratîk dikare li dû cîhaneke wekhev, azad û demokratîk bicive, ku tê de çand û gelê Îranê ku di tevahiya dîrokê de li dijî modernîteya kapîtalîst gelekî berxwedêr bûye, dikare geş bibe. Dikare komplo û sûîqestên neteweperest ên parçeker û provokatîf ên li pêşiya xwe bêbandor bike û aştiyeke bi rûmet pêk bîne. Heta ku pirsgirêkên civakî ji aliyê zîhnî ve neyên çareserkirin, bi awayekî binyadî jî nayên çareserkirin. Zîhniyeta neteweya demokratîk, ji bo çand û gelên ku ji Asyaya Navîn heta Hîndîstanê cihêrengiyeke mezin nîşan dide, sîstema herî guncaw a yekpare ava dike. Her wiha çand û gelên li van herêman di dîrokê de di bin cûreyên konfederal ên avabûn û împeratoriyên siyasî yên hevbeş de jiyane, bi rêvebirina hebûna xwe û bêhempatiya xwe, her çi qas ne îdeal be jî. Çi bi rengê olperestî û çi jî netewperestiya laîk, heta ku zihniyeta netew-dewletê berdewam bike, bê guman ev civak wê hîn bêhtir ji hev bikevin û tevlîhev bibin. Çawa ku ji bo Îranê pêwîst e ji bo van erdnîgariyên berfireh li seranserê Rojhilata Navîn yekitiyên neteweyî yên demokratîk ên herêmî û ji nêz ve di nav hev de bên pêşxistin.”
 
RÊYA ÇARESERIYÊ: YEKITIYA NETEWEYÊN DEMOKRATÎK
 
Rêberê Tevgera Gelê Kurd destnîşan dike ku alternatîfa herî guncaw projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk e ku wê li gelemperiya Rojhilata Navîn bê pêşvebirin û dibeje: "Di warê rastiya Îsraîlê de ku bingeha hegemonîk a netewe dewletê ye, teorî û konseptên neteweya demokratîk di çareseriyê de roleke jiyanî dilîzin. Ji bo pêşeroja Îsraîlê du rê hene. Rêya yekemîn ew e ku bi destpêkirina şerên ji bo domandina hegemoniya xwe di xeta xwe ya heyî de, veguhere împaratoriya herêmî. Tê zanîn ku Îsraîl xwedî projeyeke hegemonîk e ku ji Nîlê heta Firatê dirêj dibe û hîn bêhtir dirêj dibe. Ev projeyek e ku ji bo împaratoriya piştî Osmaniyan hatiye pêşxistin. Her çend di warê bicihanîna vê projeyê de pêşketineke girîng hatibe kirin jî, lê dîsa jî dikare bê gotin ku ji bo bicihanîna armanca xwe têrê nake. Di dema dawî de derketina holê ya Îranê ku xwedî hesabên hegemonîk ên bi heman rengî ye, di navbera wan de rê li ber tengezariyê vedike. Bi Tirkiyeyê re jî tengaviyeke bi heman rengî dijî, ku cidiyeta wê hînê nayê zanîn. Ji ber vê yekê, pêvajoyeke gelekî nakok a têkoşîna hegemonîk a herêmî di lîstikê de heye. Ji ber pirsgirêkên ku bingeha xwe ji netewe-dewletê digire bi xwe re bi awayekî dijber hesabên hegemonîk derdixe holê. Ji bo Îsraîl û gelê cihû rêya duyemîn ew e ku ji dorpêçkirina dijminan wêdetir û beşdarî projeya Yekitiya Netewên Demokratîk a Rojhilata Navîn bibe û ji bo derketineke li ser vê bingehê înîsiyatîfên erênî bigirin. Ji ber bingeha entellektuel û sermayeya madî ya li pişt Îsraîlê dikaribû roleke pir girîng di projeya Yekitiya Netewên Demokratîk de bilîze. Hem wê weke neteweya demokratîk statûya xwe xurt bike û hem jî bi vê ve girêbide di nav çarçoweya Yekitiya Neteweya Demokratîk a ku li hemû Rojhilata Navîn hatî avakirin de dikare aştiya mayinde û ewlehiya ku hewcehiya wê pê heye pêk bîne.”
 
PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A MEZIN DÊ BI SER NEKEVE
 
Abdullah Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku şansê serkeftinê yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku DYA pêşengiya wê dike tune ye û got, "Ev proje berê xwe dispêre netewe-dewletan. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn xist nava aloziyeke mezintir. Rewşa ji aliyê projeya dawî ve hatiye afirandin, ji hev cuda nebûne. Heta ku hişmendiya netewe-dewletê neyê derbaskirin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji krîz û pirsgirêkên kûr ên lê tê jiyîn rizgar bike, ne jî dikare pêşî li pevçûn û şeran bigire. Hem Lîga Ereb a heyî, hem jî Rêxistina Hevkariya Îslamî ji ber ku bi heman mantiqa netewe-dewletê hatine fetisandin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ti rol nelîstine. Heta ku zîhniyet û avahiyên xwe yên heyî bi ser nexînin, şensê wan ê peydakirina çareseriyê nîne. Her wiha tesîra şerên ku Îran û Tirkiye bi rêya Hizbullah û El Qaîdeyê li dijî Amerîka û hêza hegomonîk a herêmî dimeşîne Îsraîl tenê dikare xizmetê ji bo tevlihevkirina pirsgirêkan bike. Hesabên ji bo dabeşkirina herêmê dikarin di her kêlîyê de paşve bidin.
 
Rewşa ku ev hemû lîstikên kevn û nû yên netewe dewletê anîne Rojhilata Navîn, li holê ye. Bi navê 'Em pirsgirêkan çareser dikin, em dîplomasiya sifir pirsgirêkê pêk tînin' Rojhilata Navîn veguheriye gulokeke pirsgirêkan ku hê mezintir bûye û welê bûye ku ji nav dernakevin; ev rewş bînyadî ye û bingeha xwe netew-dewletbûnê digire. Çawa ku me aşkera anî ziman, zîhniyeta neteweya demokratîk û avabûna xweseriya demokratîk a di modernîteya demokratîk de, ji bo reva ji vê rewşa kaotîk, paradîgmaya xwe ya nû modela herî guncaw a wekhevîparêz, azadîparêz û demokratîk e. Modeleke ku ji bo her kesî, ji bo her civakê rêya aştî û ewlekariya mayînde nîşan dide.
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin
09:04 27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
09:02 Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
09:01 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 4’an de ye: Tesîsên enerjiyê di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
15/06/2025
16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket