AMED - Meclisa Jinan a DEM Partiyê, serdana dayikên aştiyê kir û der barê pêvajoyê de bi hev şêwirîn. Dayikan, diyar kir ku dema aştiyê ye, ya diket para gelê Kurd bi cih anîne êdî gava dewletê girîng e.
Meclisa Jinan a Paritiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), bi munasebeta Cejna Qurbanê serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kir. Serdan di avahiya Komeleya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê de pêk hat, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglû, parlamenterên DEM Partî yên Amedê Adalet Kaya û Sevîlay Çelenk û rêvebirên Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê beşdarê serdanê bûn.
Di hevdîtinê de geşedanên piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê hate gotûbêjkirin.
'GAVÊN DEWLETÊ GIRÎNG IN'
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran, diyar kir ku dema aştiyê ye û ya diket para gelê Kurd bi cih anîne êdî ya gava dewletê girîng e. Havva Kiranê destnîşan kir ku di warê pêvajoyê de bi Abdullah Ocalan bawer in û wiha got: "Em ji xwe bawer bin. Dema em bi xwe bawer bin em ê azadiyê pêkbînin. Ev firsend ji destê me biçe, em ê sed sal bi şûnve bikevin. Hemû kesên li vî welatî dijîn divê xwe berpirsiyar bibînin û destê serok (Abdullah Ocalan) xurt bikin. Canek me heye bila ew jî ji bo aştiyê feda be. Ji me re cejn ne xebat hewce ye. Divê me bi ruhê seferberiyê bixebitin."
Dayikan daxwaz û pêşniyarên xwe vegotin û destnîşan kirin ku divê komisyon bêne zêdekirin, her mal yek bi yek bê ziyaretkirin û gel bêtir bên agahdarkirin.
'DIVÊ EM BÊTIR BI RÊXISTIN BIN'
Piştre Halîde Turkoglû wiha got: "Têkoşîna dayikan ji bo me jêderk e." Turkoglû qala giringiya pêvajoyê kir û diyar kir ku ji bo şêwra li ser pêvajoyê hatine serdanê û Turkoglû axaftina xwe wiha domand: "Ji bo civaka demokratîk em her tim têkoşiyan. Îro em têkoşîneke mezintir birêve dibin. Divê em bêtir bixebitin, birêxistin bibin. Ger rêxistinbûyîn zêde be dê civaka demokratîk jî pêk bê."
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, xebatên xwe yên der barê pêvajoyê ragihand û Gulşen Ozerê wiha got: "Em ji bo aştiyê jî û ji bo têkoşînê jî ama de ne. Divê em perpirsiyariya xwe bi cih bînin."
Rêveberiya navçeya Peyasê, Hevserokê Şaredariya Peyasê û endamên Meclisa Şaredariyê serdana Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê kirin.