NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala, got: “Heke bi tena serê xwe hejmara me têr bike jî em dixwazin destûra bingehîn bi beşdariya muxalefetê amade bikin. Destûreke bingehîn a ji hêla piraniya civakê ve hatiye qebûlkirin dê pêşiya Tirkiyeyê veke.”
Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala li navenda giştî ya partiya xwe bi rojnamegeran re civiya. Ala, bal kişand ser nîqaşên têkildarî destûra bingehîn û got ku destûrên bingehîn ji bo pêşîlêgirtina krîzên li welatan tên amadekirin û destûra bingehîn a Tirkiyeyê jî krîzan derdixîne.
Ala, got: “Di 60’ê de, di 61’ê de, di 71’ê de, di 80’ê de wiha bû... Piştre jî di 28’ê Sibatê de, di e-muxtirayê de, di 17/25’ê Kanûnê de û di 15’ê Tîrmehê de her tim çavkaniya krîzan destûra bingehîn bû. Lê destûrên bingehîn divê bibin çareserî.”
Ala, got; “Êdî gelemperiya siyasetê dibêje ‘temam.’ Saziyên dewletê dibêjin ‘temam.’ Hemû partî di mijara pêwîstiya bi destûra bingehîn a nû hemfikir e. Wê demê em li dora maseyekê bên gel hev û her kes li wir bizane ka çi tê xwestin û dê li dijî çi îtîrazê bikin.”
Ala, got: “Heke bi tena serê xwe hejmara me têr bike jî em dixwazin destûra bingehîn bi beşdariya muxalefetê amade bikin. Destûreke bingehîn a ji hêla piraniya civakê ve hatiye qebûlkirin dê pêşiya Tirkiyeyê veke.”