ENQERE - Serbestberdana girtiyê bi navê Hasan Yakût ê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi hinceta 'poşman nîne' 6 mehan hat taloqkirin.
Serbestberdana girtiyê bi navê Hasan Yakût ê li Girtîgeha Girtî ya Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Antalyayê tê girtin, bi biryara Desteya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) ji bo 6 mehan hat taloqkirin. 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê bi hinceta endamê rêxistinê ye 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yakût birî. Yakût cezayê xwe di 5 'ê Nîsanê de temam kir. Lê belê di 10 'ê Nîsanê de bi biryara desteyê re berdana wî ji bo 6 mehan hat taloqkirin.
Taloqkirina berdana Yakût ku cezayê dîsîplînê li wî nehatiye birîn, ji ber ku PKK'ê weke "rêxistina terorê" nabîne û "poşman nabe" wek sedem tên nîşandin. Mijara serbsetberdana Yakût wê di 15'ê Cotmehê de ji nû ve bê nirxandin.
Yakût têkildarî mijarê ji Serokwekîlê Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Sezaî Temellî re nameyek şand. Temellî rewşa Yakut anî rojeva meclîsê. Di pêşniyarpirsa ku ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersiv hat dayîn de hat gotin ku ji bo Yakût fikrên xwe bibêje ji zextan re rûbirû tê hiştin. Di pêşniyarpirsê de her wiha hat pirsîn ku ji bo biryara taloqkirinê ti hinceteke şênber û qanûnî heye yan na.