NAVENDA NÛÇEYAN -Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî daxuyaniya PKK’ê axivî û got: “Meşa di rêya demokrasiya xwedî standartên bilind bi gavên pêbawer didome.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî daxuyaniya PKK’ê peyamek parve kir. Tunç, got: “Meşa di rêya demokrasiya xwedî standartên bilind bi gavên pêbawer didome.”
Tunç, di heman demê de got ku di mijara pêvajoyê de jî di qonaxeke girîng de ne.