Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot

  • rojane
  • 14:27 12 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û wiha got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire. Gelo dê rayedar zemîna vê amade bikin an na? Mesele li vir xitimî ye.” 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Parlamenter Ocalan, cara ewil kitekitên hevdîtinê di Meclisê de vegot. 
 
TIRKIYE BI ÇETEYÊN XWE ÊRIŞAN DIKE
 
Omer Ocalan, ji ewil bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku şer derbasî qonaxeke nû bûye. Omer Ocalan, wiha got: “Tirkiye ji bo kurdan dibêje bira lê bi destê DAIŞ û SMO’yê êrişî kurdan dike û rê li ber komkujiyan vedike.” 
 
HINEK HÛRGILÎ CARA EWIL PARVE KIR
 
Omer Ocalan, cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re eşkere kir. Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji Sûltan Sencer heta Melîkşah, ji Idrîsê Bedlisî heta Yavuz Sûltan Selîm, Sûltan Abdulhamîd û Mûstafa Kemal têkiliyên Kurd û Tirkan nirxandiye û ev tişt anî ziman: “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand û vegot bê ka Kurd û Tirk bi hev re çawa gihiştine vê qonaxê. Her wiha tifaq, têkilî û pirsgirêkên car bi car derketin jî bi eşkereyî nirxand. Pêşniyarên wî yên çareseriyê hebûn. Got; ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi rêyên guftûgoyê çareser bikin.’” 
 
ABDULLAH OCALAN: GOTINÊN MIN KIŞANDIN CIHÊN CUDA 
 
Omer Ocalan, bi domdarî got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Di esasê xwe de me dikariya vê pirsgirêkê di sala 2000’î de çareser bikin. Di sala 1999’an de jî min got ez ê xizmetê ji bo çareseriya meseleiya Kurd-Tirkan bikim. Min di sala 2000’î de got, niha jî dibêjim. Lê belê ev gotin kişandin aliyên cuda. Gotin; ‘Apo ji bo xwe xelas bike van gotinan dike.’ Hêj jî em li heman cihî ne, hêj li parlamentoyê ev meseleye tê nîqaşkirin. Sal bû 2024 lê hêj jî şer, neçareserî û pevçûn hene.” 
 
‘BI EŞKERKEYÎ GOT KU DÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRE’ 
 
Di berdewamê de Omer Ocalan anî ziman ku mirûzê Rêberê PKK’ê xweş bû, bihêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi eşkereyî got ku ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamegerên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya îktîdarê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berevajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke birûmet. Jixwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.” 
 
QALA KURDÊN HER ÇAR PARÇEYAN KIR 
 
Omer Ocalan, wiha domand: “Bêguman li ser Xezeyê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Derheqê kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta tirk an jî rayedarên tirk gelo dê li ber vê meseleyê bên? Gelo dê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çendek qenalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.” 
 
‘BI PLANÊN TESFIYEKIRINÊ ÇARESER NABE’
 
Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan hate kirin. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin. Hemû cudahî weke dewlemendî dihatin nirxandin. Binêrin, bi ser 23’yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Bi ser hevdîtina berê re jî çar sal û nîv. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaset tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Jixwe windahiyên mezin çêbûn û hêj jî mirov jiyana xwe ji dest didin.” 
 
‘DÊ BI BIRYARÊN OCALAN RE BIN’ 
 
Omer Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd êdî baweriya xwe ya bi çareseriye bi rêyên demokratîk winda dike. Li rexekî dixwaze bawer bike li rexa din dema li Rojava dinêre, dibîne ku bombe li ser tên barandin. Sûîqest tên kirin û ev jî baweriya bi çareseriyê tune dike. Weke partî em dixwazin di demokrasiya vî welatî de rol bilîzin. Li ser medyayê çendek spekulasyon jî tên kirin. Em, di nava siyaset demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.” 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’