Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole

DÊRSIM - Sebahat Tûncel a di panela “Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike” de axivî, diyar kir ku meseleya bingehîn a li dijî zextan “teslîm bûyîn û nebûyîn e” û wiha got: “Em ê yek ji van her du tiştan hilbijêrin; an azadî yan koletî.”
 
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya bi dirûşmeya “Em ê destûrê nedin xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Di çarçoveya bernameyê de li Qada Seyît Riza, li Ana Fatma û Halvoriyê aktîvîteya “Rotaya Hafizayê” hate lidarxistin. Siyasetmedar Sebahat Tûncel, parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû, Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî aktîvîteyên îro bûn. 
 
Di serdana Ana Fatmayê de çerax hatin vêxistin. Ji vir çûn Halvoriya (zinarên 38’an) ku jinên ji bo di 14-15’ê tebaxa 1938’an de neyên tecawizkirin xwe ji kendalê avêtin, zilamên bi sungu û darên mazî hatin qetilkirin û çerax hatin vêxistin. Pişt re jî qurnefîl avêtin Çemê Mûnzûrê. 
 
LI KOLANA HUNERÊ PANEL 
 
Piştî aktîvîteyên li vir çûn Kolana Hunerê ya panela “Jineolojî, siyaseta demokratîk nîqaş dike” lê hate lidarxistin. Bi moderatoriya Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, Sebahat Tûncel, edîtora Kovara Jinê Rojda Yildiz û Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan weke axivêr beşdarî panelê bûn.
 
Yildiz a ku di panelê de ewilî axivî, diyar kir ku civakan li dijî polîtîkayên kedxwariyê yên bi hezaran salan ên desthilatan li her derê bi avakirina siyaseta demokratîk re ji bo rastiya xwe biafirînin qad afirandine. Yildiz bi lêv kir ku avaniya civakî ya bi navê “yekperestî” pergaleke ku li ser redkirina heqîqeta jinê hatiye avakirin e û destnîşan kir ku siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêkên civakê ye
 
ZANÎSTA HERÎ GIRÎNG A ROJA ME 
 
Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan ku bi gotina “Jineolojî zanista herî girîng a serdema me ye” dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ku windakirina jinan windakirina civakê ye. Dogan diyar kir ku jin pîroz in, dijîn û didin jiyîn û got: “Baweriya elewîtiyê heta roja îro ji ber avaniya xwe ya azadîparêz a jinê hatiye qirkirin. Elewîtî pêwîst e bikeve qada taybet a jineolojiyê. Ji ber ku azadîxwaziya jinê ye. Xweza jî berhemdar e, jin jî wisa ye. Xweza zirarê nade xwezayê. Ev bawerî li cihekî aram, azad, wekhev, xwezahez û parastinê radiweste. Ji ber vê yekê em xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘RÊWITIYA HEQÎQETÊ’ 
 
Sebahat Tûncel a herî dawî axivî jî bal kişand ser rêwîtiya heqîqetê ya jineolojiyê û wiha got: “Jîneolojî rêwîtiyek e ku xwe bigihîne sira jiyanê. Pergala kapîtalîst a mêr hemû rastî berovajî kirine û ji me re çîrokeke derewîn vegotiye. Kirin ku civak ji vê derewê bawer bike. Ji ber vê yekê em ê careke din ser û bin bikin û rastiyê derxînin holê.” 
 
PENASEKIRINA SIYASETA DEMOKRATÎK  
 
Tûncel da zanîn ku siyaseta demokratîk bi giştî wekî “mafê xwe yê bijartin û hilbijartin, ewlekirina mafên bingehîn, dewleta hiqûqê, tevkarî, zelalî û hesabdayînê” tê pênasekirin û wiha domand: “Ev girîng e, lê tenê yek ji wan li Tirkiyeyê derbasdar e. Ku ev jî mafê hilbijartinê ye û tenê ji bo desthilatê ye. Dibêje ku ‘divê hurmet ji îradeyê re bê nîşandan’, lê dema mijar dibe kurd, rêzê nagire. Li Tirkiyeyê ji bo kurdan qanûneke taybet tê pêkanîn. Kurd ji hemwelatîbûna xwe tên derxistin. Bi rêya hiqûq û siyasetê kurd tên tepisandin û qada siyaseta demokratîk ji holê tê rakirin.” 
 
‘HIQÛQA FAŞÎZMÊ HEYE’ 
 
Tûncel, bal kişand ku qada hiqûqê yek ji qadên ku herî zêde kurd lê tên mexdûrkirin û diyar kir ku li Tirkiyeyê “hiqûqa faşîzmê” heye û wiha domand: “Hiqûq girîng e. Ji ber ku li dijî hikûmetê gel û xizanan diparêze. Li Tirkiyeyê hiqûq li dijî gel, xizan û bindestan tê bikaranîn. Li tu dera cîhanê qala operasyoneke qirkirinê nayê kirin û hûn ji ber fikrên xwe nakevin girtîgehê. Li Tirkiyeyê hiqûqeke du alî heye. Ji bo ku ciwanan dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin, fikra xwe gotin tên binçavkirin û girtin. Ev tundiye, zilm e, faşîzm e. Ne tişteke din e. Li vî welatî li ser navê kurdan çi hebe dikin sûc. Her xebata em dikin weke xebata terorê digirin dest. Li vî welatî axaftin sûc e, bê axaftin em çawa dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin? Tenê bi berfirehkirina siyaseta demokratîk em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
 
‘YAN KOLETÎ YAN AZADÎ’ 
 
Tûncel destnîşan kir ku di hevdîtinên li Îmraliyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fermî mûxatab hate wergirtin û wiha dewam kir: “Di wê demê de her kes diaxivî, gelekî kêfxweş dibû û xwe azad hîs dikir. Niha kes nikare biaxive. Kes nikare nêrîna xwe ya rast bîne ziman. Em ê teslîmî vê bibin an jî bibêjin 'na'? Teslîmbûna li ber vê yekê tê wê wateyê ku em rê li ber sazîbûna faşîzmê vedikin. Mafê bijartinê azadî ye. Em ê yek ji van her du tiştan hilbijêrin; an tirsê yan cesaretê yan azadî yan koletiyê... Di encamê de nikarin mafê me yê hilbijartinê ji destê me bigirin. Hilbijartin karekî bi rîsk e, lê azadî ye. Dibe ku em berdêlan bidin, lê em bi serê xwe yê bilind û li her derê bi rûmeta xwe dijîn. Ya ku li me tê ev e.”
 
Panel, bi piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin | HATE NÛKIRIN
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin