Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin

  • rojane
  • 15:29 21 Sibat 2024
  • |
STENBOL - Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ya li Stenbolê têkildarî hevdîtinên xwe daxuyaniyê dan, wiha gotin: “Em derbarê dosyayên ku parêzerên Ocalan pêşkeşkirine de ji CPT’yê bersivê dixwazin.”
 
Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 35 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine Stenbolê, piştî serdanên xwe yên li bajêr daxuyanî dan. Endamên delegasyonê, li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna çapemeniyê li dar xistin.
 
Di metna di civîna çapemeniyê de hate aşkere kirin de qala serdanan hate kirin û wiha hate gotin: “Em weke parlamenter û nûnerên partiyan ên li Ewropayê serdana parêzerên Abdullah Ocalan, saziyên sivîl ên civakî û saziyên mafên mirovan ên weke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û dayikên kurd ên di Nobeta Edaletê de ne kirin. Em bi van serdanan û nasînê keyfxweş bûn. Em dixwazin spasiyên xwe pêşkêşî xebatên van parêzeran, lêkolînên berbiçav ên hemû komeleyan û parvekirina çîrokên muxalîfên siyasî yên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de rastî biçûkxistin, tacîz, tecrîda girankirî, tecrîda civakî û biryarên keyfî hatine, bikin.”
 
‘EM JI CPT’YÊ BERSIVÊ DIXWAZIN 
 
Di metnê de hate diyarkirin ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were pêkanîn û wiha got: “Ji bo em bawer bikin ku azadiya Abdullah Ocalan yekane çareseriya pêvajoya aştiyê ya bi bandor û lihevhatî ya bi gelê kurd re ye em xwedî agahiyên têrker in. Niha her yek ji me dê vegere welatê xwe û Parlamentoya Ewropayê jî di nav de di parlamentoyên xwe û saziyên navnetewî de aktîf bibin. Em ê pêşnûmepirsan pêşkeş bikin, danişînan bişopînin û mijarê ji rayagiştî ya navnetewî re ragihînin. Divê civaka navneteweyî israr bike ku dewleta firk wezîfeyên xwe yên li hemberî Konseya Ewropayê yên weke Peymana Pêşîgirtina li Êşkence û Pêkanînên Li Derveyî Mirovahiyê yan jî Kêmkirina Ceza û Beyana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî pêk bîne. Em derbarê dosyayên ku parêzerên Ocalan pêşkeşkirin de ji CPT’yê bersivê dixwazin. Em daxwaz dikin ku di mijara pêşîlêgirtina îşkence û mûameleya nebaş de roleke rast bilîze.”
 
 
 

Sernavên din

26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne