Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
- ekolojî
- 10:43 26/6
Şewata li navçeya Alîagayê derketî û li Taxa Ilipinar a Foçayê berfireh bû didome. Li Ilipinarê 20 avahî ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Şewata li navçeya Alîagayê derketî û li Taxa Ilipinar a Foçayê berfireh bû didome. Li Ilipinarê 20 avahî ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Şewata duh di saetên şevê de li qada daristanê ya herêma Omeryayê derketî, hate vemirandin.
Welatiyên Liceyê bertek nîşanî lêgerîna petrolê ya li 21 gundên navçeyê dan û gotin: “Malên me, qadên me yên jiyanê talan dikin. Em lêgerînên petrolê naxwazin.”
Li gundên Basret û yê Zivingo yê li herêma Çiyayê Gabarê, birîna daran berdewam e. Di dîmenan de tê dîtin ku pezkovîyên cureyê wan li ber tunebûnê ye, ji ber birîna daran û tunekirina qadên wan ên jiyanê, tevî karikên xwe ve qadê diterikînin.
Kaniya Çirê ya herêma Timoqê ji ber sergoya kesên tên seyranê bi tunebûnê re rûbirû maye.
Li gundê Şexelî yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê şewat bi daristanê ket. Piştî mudaxileyê, şewat hate kontrolkirin.
Tevî ku hatin û çûna ziyaretvanan zirarê dide Qeşayiyên Cîloyê û rê li ber helîna wan vedike jî, Walîtiya Colemêrgê cara 7’emîn dê li wê qadê mihrîcanê li dar bixe.
Li Bedlisê ji bo tunekirina daristanan di nava 4 salan de 54 îhale hatin kirin. Ji van îhaleyan 11 jê bi îdiaya “herêmên piştgiriyê didin terorê” û bi çavdêriya cendirmeyan hatin kirin. Ji bo dar dîsa şîn nebin, ji rih ve hatin jêkirin. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan got ku ji sedî 40’ê daristanên bajar hatine tunekirin.
Qeşayiyên Cîloyê ku di bin gefa guherîna avhewayê de ne, niha jî bi texrîbata geştiyaran û qirêjîkirina hawirdorê re rû bi rû ne.
Endamên Meclisa Ekolojiyê yaAmedê diyar kirin ku dê têkoşîna li dijî texrîbata ekolojîk geş bikin.
Ekolojîst, cotkar, rojnameger, xwendekar, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin gel hev û Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ava kirin.
Birîna daran a li Çiyayê Gabarê li herêmên cuda berfireh bû. Di dîmenên nû yên hatin kişandin de darên bi qasî 3 km’an hatin komkirin hatin kişandin.
Danê sibê li Şemrexê şewat bi daristanê ket, bi alîkariya welatiyan û bi midexileya helîkopteran ve hate temirandin lêbelê piştre li Keleha Şemrexê şewat derket.
Şewata ku li daristanên çolterê navçeya Şemrexê derketî, ji ber bayî li qadeke berfireh belav bû.