Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
- cîhan
- 11:11 22/11/2023
Hikûmeta Îsraîlê û Hamasê ji bo agirbesta demkî ya 4 rojan û pevguhertin dîlgirtiyan li hev kir. Lê daxuyaniyên her du aliyan nîşan dide ku agirbest dibe ku jinişka ve têk biçe. Îsraîlê got; “Ji bo hemû dîlgirtî vegerin mala xwe dê şer bidome” û Hamasê jî weke bersiv got; “Dê tiliyên me li ser tetîkê bin.”