Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
- çand û huner
- 22:04 17/9/2022
Dilawer Zeraq di gotûbêja bi navê "Rengê Hebûnê" de destnîşan kir ku ronesansa kurdî bi rojnamaya "Kurdistan"ê dest pê kiriye û bi kovara "Rewşen"ê geş bûye. Zeraq got: "Duzimanîbûn ji bo gelekî wekî me, mirin e. Xelasiya me di kreolîzebûyînê de ye. Ji ber ku kreolîzebûyîn me nakuje, serdestiya zimanên din li ser me çênabe."