Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
- çand û huner
- 09:05 23/10
Şanoger Alîşan Onlu bi çîrokên Kirmancan ku wan dike şano, zimanê xwe yê dayikê Kirmanckî, bi ruh û can dike.
Şanoger Alîşan Onlu bi çîrokên Kirmancan ku wan dike şano, zimanê xwe yê dayikê Kirmanckî, bi ruh û can dike.
Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa onlîne li dar dixe. Serlêdana kursê di 2'yê Mijdarê de bi dawî dibe û kurs di 8'ê Mijdarê de dest pê dike.
Zeynep Çîçek Ayrilmaz ku li Stenbolê atolyeyeke hunera hirî ya komunal vekiriye, diyar kir ku ew hewl dide bi rêya hunerê çanda Dêrsimê zindî bihêle û got ku xewna wê ya herî mezin li Dêrsimê vekirina atolyeyekê ye.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên zimanê Kurdî dest pê kirine û ji bo xwedîderketina li Kurdî banga serlêdanê kir.
Gulistan Al, li dijî qedexeya rêveberiya girtîgehê ya firçe û boyaxan, boyaxa solan û firçeyê ji ta yên pora xwe çêkirî bi kar anî û ev qedexeye bêwate kir.
1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ku bi hevkariya Şaredariya Cizîrê û KASED’ê tê lidarxistin, bi panela “Girîngiya govendê û ji hêla dîrokî ve cihê jinan ê di xebatên govendê de” dest pê kir.
9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 2’yemîn de berdewam e. Eleqeyeke zêde ya gel bo fuarê heye.
Di Şahiya Jinan a bi dirûşma “Zimanê me, Çanda me, Hêza me” ya ku ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve hat lidarxistin de, li qadê ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin.
Rojnamevanê Yewnanî Nikos Aslanidis ê ku li ser sirgûn û qirkirina Rûmên Pontosê belgefîlm amade kiriye û dixwest biçe Tirkiyeyê, bi hinceta ku ew wekî "kesekî xeternak" tê dîtin, destûr nehat dayîn ku bikeve Tirkiyeyê.
Jinên ku tevlî Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bûn diyar kirin ku gelê kurd naskirin, bi kurdî naskirinê destpê dike û gotin ji bo vê jî gavên şenbêr divê ku bên avêtin.
Weşanxaneya Aramê 3 jê yên dîrokê û 2 jî roman bi giştî 7 pirtûkên nû çap kir.
“Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo azadiya ziman dîrokî ye û banga seferberiyê ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî hat kirin.
Nûnerên ol û baweriyan di komxebata zimanê Kurdî ya Wanê de bal kişand ser rola medreseyan a di pêşxistina zimanê Kurdî de û gotin ku divê li dijî qedexeya ser ziman li ber xwe bidin. Her wiha di xebatên ziman de xemsariya li hemberî zaravayê Kirmanckî jî hate rexnekirin.
Di “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de têkiliya ziman a bi perwerde, tenduristî, koçberî û ekolojiyê re hate nîqaşkirin û hate gotin ku hewceye ziman di van qadan de were bikaranîn.
Kesên tev li komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” bûn, bal kişand ser polîtîkayên înkar û pişavtinê û anîn ziman ku naskirina statuya Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye.