Encamên pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bûn
- çand û huner
- 13:29 19/4/2019
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê encamên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere kir.
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê encamên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere kir.
Mîhrîcana Fîlmên Penaber a Navneteweyî ku gelek çîrokên cuda yên penaberan girtiye rojeva xwe berdewam dike. Derhênerên fîlman bi temaşevanan re hatin gelhev û tecrûbeyên xwe parve kirin.
Êzidî her piştî 13’ê Nîsanê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî bi boneya xêr û bereketê bîne Basimbar ku ji benikên rengîn çêdikin li zend ango qevdika destên xwe girê didin. Êzidî dibêjin ku benikên Basimbar wek “remza siyasî” tê dîtin û ji wan re asteng dikin. Êzidiyan got ji ber vê yekê di deriyên gumrikê de pirsgirêk dijîn.
Wênesaz Hasan Arslanê helebî ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helebê reviya û hat Dîlokê, niha li ser tuwalên xwe aştî û bedewiyê xêz dike.
Hejmara 3'yan a kovara kurdî bo zanistên mirovî û civakî Derwaze ku di bin banê Weqfa Tahir Elçi ya Mafê Mirovan de tê weşandin, derket.
- Weşanxaneyên tev li Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê bûn, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî pir kes pirtûkan nakire.
Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî bi naverokek dewlemend derket.
Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist. Guhdarvan û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî konsere dan. Aslan stranên xwe yên kevn û nû gotin.
Li Xarpêtê tenê palankerek maye, ew jî Metîn Dalbûl e. Dalbûl, got: "Bi piranî koçer û kesên diçin zozanan palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin 'eger tiştek bê serê te, em ê çi bikin.'"
Index on Censorship, Xelata Azadiya Îfadeyê da rojnameger-wênesaz Zehra Dogan. Dogan xelata xwe diyarî Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê "Duvarlari Delen Çizerler" der barê karîkaturîst û resamên girtî projeyek amade kir.
Rewşenbîran, diyar kir ku pêvajoya heyî ji demên darbeyan jî dijwartir e û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.
Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir.
Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê, promiyera lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku qala helbest, jiyan û felsefeya Melayê Cizîrî dike da pêşandan.
Pirtuka Nivîskar Mine Sogut ya "Çêrên Mezin Gergedan (Gergedan Büyük Küfür Kitabı)" piştî hat çapkirin, di nava refên pirtûkan de cihê xwe girt. Nivîskar bi vê pirtûka "Gergedan" mexdûriyeta ku îktidarê ava kiriye lêpirsîn dike.