Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin

ŞIRNEX - Li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê qursên gîtar, def, dengbêjî, tembûr, piyano û şanoyê roja duşemê dest pê dikin. Mamosteyê zimanê kurdî yê navendê Halîl Çaki da zanîn ku serlêdanên qursan bênavber bidomin û got: “ Bi beşdarbûna van qursan werin fêrî ziman, çand û hûnera xwe bibin."
 
Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşê Şanê ku di bin banê Şaredariya Silopiyayê de xebatên xwe yên çandî û zimanî didomîne amadekariya qursên nû dike. Serlêdanên qursên gîtar, def, dengbêjî, tembûr, piyano û şanoyê ji 5’ê tîrmehê ve berdewam dikin. Ji bo qursên ku dê roja duşemê dest pê bikin wê serlêdan bênavber bidomin. Di nava 22 rojan de 250 kesan serî li navendê da.  Endamê Meclisa Şaredariya Silopiyayê û mamosteyê zimanê kurdî yê Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê Halîl Çaki, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya ziman, çand û hunerê û bang li welatiyan kir ku serî li qursan bidin.
 
‘ELEQEYEKE MEZIN HEYE’
 
Çaki, diyar kir ku li Navenda Ziman û Çandê ya Eyşê Şanê ev 7 meh in qurs berdewam dikin û da zanîn ku ji roja duşemê pê ve qursên nû dest pê bikin. Çaki axaftina xwe wiha domand: “Ev 7 meh in qursên me berdewam dikin. Di serî de me qursên zimanê kurdî dan destpêkirin. Ji bo polên asta yekemîn û zarokan me 5 pol vekirin û perwerdehiya me ya ziman berdewam dike. Ji 5’ê tîrmehê ve me serlêdanên qursên tembûr, def, gîtar, dengbêjî, şano û piyanoyê dane destpêkirin. Wane dê ji roja duşemê ve dest pê bikin. Lê em ê piştî roja duşemê jî serlêdanên ji bo qursan bidin domandin. An ku serlêdanên qursan wê demdirêj bin.” 
 
Çaki, anî ziman ku eleqeyeke mezin ji qursan re heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me dest bi qursên ziman kir, ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin hate nişandin. Ji ber vê eleqeyê me 5 pol vekirin. Ji bo qursên me yên tembûr, gîtar, piyano, def, dengbêjî û şanoyê jî eleqeyeke mezin heye. Nêzî 250 serlêdan hene. Daxwaza me ew e ku hejmara serlêdanan hîn zêdetir bibe.” 
 
‘XWEDÎ LI ÇAND Û ZIMANÊ XWE DERKEVIN’ 
 
Çaki, bal kişand ser girîngiya xebatên ziman, çand û hunerê û ev tişt gotin: “Bi heman awayî plansaziya me ya vekirina qursên xêzkirina wênesaziyê heye. Her netew bi ziman, çand û hûnera xwe dikarê bijî. Ji ber vê yekê banga me ji welatiyên me yên temenê 7’an û heta 70 ew e ku werin em bi hev re hûnera xwe hîn bibin. Bi beşdarbûna van qursan fêrî ziman, çand û hûnera xwe bibin. Fêrbûna hebûna xwe bibin. Xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin.”
 
‘BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN’ 
 
Çaki, destnîşan kir ku armanca wan a qursan ew e ku bi rêya qursan gel hînî ziman, çand û hunerê bibe û ev bang kir: “Ziman û çanda me xwedî dîrokeke kevnar e. Armanca me jî ew e ku em vê çand û zimanê xwe yê dewlemend û kevnar bidin jiyîn.  Bi taybetî jî malbat êdî bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Banga me ji malbatan re ew e ku zarokên xwe fêrî kurdî bikin. Bila bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Çawa ku em dibêjin zimanê me hebûna me ye, divê gelê me hebûna xwe, an ku li ziman û çanda xwe xwedî derbikeve.”
 
MA / Mahmût Altintaş