Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
- aborî-ked
- 14:19 09/10/2017
Karkerên pêlavên çerm ên Îzmirê ku dest ji kar berdane, tevî hemû gefan diyar kirin ku dê çalakiya wan berdewam bike.
Karkerên pêlavên çerm ên Îzmirê ku dest ji kar berdane, tevî hemû gefan diyar kirin ku dê çalakiya wan berdewam bike.
Berteka ewil a li dijî rageşiya vîze ya DYE ji TUSÎAD’ê hat. Serokê Konseya Îstîşareya Bilind Tucay Ozîlhan got: “Rageşiya bi DYE’yê re xetereyê dide. Divê têkilî asayî bibin.”
Piştî DYE'yê vîze ji bo Tirkiye asteng kir, Dolar û Eruo rabûn. Piştî demek dirêj Dolar bûn 3,75 û Euro jî bû 4,40.
Çotkarên tûtinê diyar kirin ku bi qedexeya firotina tûtina xam re, rê li şîrketên mezin ên tûtinê tê vekirin. Çotkaran anîn zima ku bi van qanûnan dê kesên tûtinê difiroşin bên cezakirin û ev tişt hat gotin: "Ked û mafê çotkaran tê xwarin. Rê li pêş şîrketên mezin tê vekirin."
Ji ber ku endamên TUMTÎS'ê bûn bi hinceta "Girtina beşê" 9 karkerên DHL'ê ji kar hatin avêtin, 85 roj e çalakiya wan dewam dike. Karker ji mehên havînê vir ve di berxwedanê de ne û gotin ku "Em ber bi zivistanê ve diçin, lê em li vir nacemidin. Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike."
Aborîzan Azîz Konukman, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên aborî, bac û kirîna çekan agahiyên girîng dan. Konukman, diyar kir ku ger şer bidome lêçûna şer jî dê zêde bibe û dê hemû lêçûna şer ji ser pişta xizan, karker û kedkaran derxin. Konukman, bêdengiya KESK û DÎSK'ê jî rexne kir û anî ziman ku diviya bû erd hejandibûna.
Serokê Odeya Senetkar û Esnafê Mêrsînê Talat Tînçer da zanîn ku berê Bendera Mêrsînê deriyê Rojhilata Navîn bûye û wiha got: "Ji ber ku di salên dawî de bi welatên cîran re pirsgirêk hene, di sektora barkêşiyê û sanayiyê de pirsgirêkên mezin derdikevin holê."
Aborîzan Erol Katircioglu, rêjeyên zemkirina bacan ku hikûmet dixwaze bi “kirîna çekan” kêmatiya xwe ya budçeyê bigire û gotinên hikûmetê yên ku dibêje ew ê ambargiyê deyne ser Kurdistana Federe nirxandin. Katircioglu diyar kir ku aqûbeta vê polîtîkayê enflasyoneke bilind e û dê welatiyên ku dahata wan kêm e bêtir xizan bibin.
Karkerên Kod-A ji ber ku sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin. Karker ji bo vegerin karê xwe dest bi çalakiya 6 rojan kirin. Karkeran, diyar kir ku ew li bendê bûn derfetên wan baş bikin, lê ji kar hatin avêtin.
Tirkiye û Îranê peymana bazirganiyê ya 30 milyar dolar îmze kir. Aborînas Mustafa Sonmez, diyar kir ku Tirkiye dixwaze dost wê li bazarê bibînin.
Mamosteyên li Tirkiyeyê Roja Mamosteyan bi 33 hezar û 965 îxrac û 438 hezar mamosteyên li dibistanan nehatine bicihkirin pêşwazî dikin. Hîndekar Necla Kurul diyar kir ku dixwazin bi vê rêyê tirsê li ser civakê serwer bikin.
Kelemên di xarinên wekî tolme, tirşîn û şorbeyê de tê xwarin, li zeviyên Erdîşê tên berhevkirin û dişînin bajarên wekî Amed, Agirî, Bedlîs, Mûş û Wanê.
Li Edeneyê Karkerên ku li fabrîkayên paşveguherînê (veguhestin) dixebitin, diyar kirin ew di nav tozê de dixebitin û wiha gotin: “Meaşê ku em digirin ne heqê keda me ye.”
Demsala tûrîzmê ya îsal ber bi dawî ve diçe, tûrîzîmvan hêviyên xwe ji sala nû re hiştin. Tûrîzmvanan diyar kir ku li gorî sala çûyî di hatina tûrîstan de zêdebûn heye, lê ev di xerçkirinên tekakesî de xwe nade nîşan, hêviyên xwe ji sala bê re hiştine.
Çotkarên tûtinê yên li Semsûrê li pêş avahiya Walî û avahiya AKP'ê ya Semsûrê kom bûn û xwestin hikûmet îstîfa bike.